Şandeya HDP’ê serdana çalakiya li Hewlêrê kir

Şandeya ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Hewlêrê kirin.

Şandeya ku di nava wan de parlamenterên HDP’ê jî hene, serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Hewlêrê ku di roja 76’an de ye.

Şandeyê têkildarî tenduristiya Nasir Yagiz ê ku 76 roj in li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, agahî wergirt.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca wiha got; “Beriya ku rewşa Nasir Yagiz, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê xirab bibe, hêvîdar im tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”