Şandeya HDP’ê: AKP li ser sûc hate girtin!

Şandeya HDP’ê çû Pirsûsê, cihê ku AKP’ê komkujî kirî û got, "AKP li ser sûc hatiye girtin." Şandeyê diyar kir hikûmet li ser rûdanên li Pirsûsê hewl dide ku civakê bixapîne û got, "Erdogan got, 'Divê HDP bendê derbas neke' û rûdana Pirsûsê bû."

Piştî komkujiya li Rihayê ku bi destê çekdarên AKP’ê pêk hatî şandeya HDP’ê, ya ku Alîkara Hevseroka HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Nîmetullah Erdogmuş, Sîbel Yîgîtalp û Alîkara Hevseroka DBP’ê Hacer Ozdemîr di nav de bû, li Rêxistina Navçeyê ya Pirsûsê ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Erdogmuş sersaxî ji malbatan re xwest û got, ‘’Rûdana li Pirsûsê ne di navbeyna du malbat an jî partiyan de ye. Divê destilatdarî zimanê xwe biguherîne. Dema ku parlamenter serdana esnafan dike, piştî kesê ku ev 25 sal in esnafiyê dike, fikrên xwe dibêje, rageşiyek çêdibe. Xapandina civaka  Tirkiyê rewşeke bi qasî vê rûdanê kambax e.’’

‘RASTERAST AKP BERPIRS E’

Meral Daniş Beştaş jî got, ‘’Ji vê meselê rasterast AKP berpirs e. Hemû organên çapemeniyê bi zimanê hikûmetê weşanê dikin. Em baş bi van rûdanan zanin. 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê komkojiyek çêbû. 5’ê Hezîranê li Amedê di mîtînga me de bombe hate teqandin. Ev hemû dema ku AKP desthilatdar e pêk hatin û demên hilbijartinê ne. Sicîla AKP’ê ev qasî xirab e.

Beştaş bi domarî got, "Ev bûyer ji destilatê ne bêrî ye û ev ne pêkan e. Li helekê desthilatdarî heye û li hêla dî gel." Beştaş bi bîr xist ku 10 roj ji hilbijartinê re mane û ev provakasyona mezin hatiye kirin.

Beştaş bal kişande ser gefên Erdogan ên li ser HDP’ê û got, "Berpirsê vê Erdogan e ku tim me dixe hedefe. Ev zimanê wî ye ku rê li ber êrîşan vedike."

‘DIXWAZIN MANÎPULE BIKIN’

Beştaş got ên ku plana bûyerê kirin ew kesin ku bi çekan çûne serdana esnafan û got, "Beriya ku em bizanin bê ka yê kuştî kî ye, nûçeyên bi rengê ‘PKK’ê êrîş bire ser AKP’ê hatin weşandin.’ Ev ne normal e. Ji bo ku êrîşên xwe binixumînin vî zimanî bi kar tînin. Pê dixwazin civakê manîpule bikin."

‘PIŞTÎ FERMANA ERDOGAN BÛ’

Beştaş got, "Çi karê leşker li bajêr heye?" û got, "Erdogan got, 'divê HDP bendê derbas neke', ev rûdana Pirsûsê bû. Wê nikaribin helwesta wêrek a HDP’ê bişkînin. Her demê jî em ê li rex gelê xwe bin."

Beştaş xwest ku beriya delîl werin rakirin dozgerî delîla bide hev û domand: "Dibêjin, 'PKK’ê êrîş bi ser AKP’yiyan de bir'. Van hiş berdane. Wekîlê AKP’yî diçe ji PKK’ê dengan dixwaze? Hûn ê ji kesê ku ev 25 sal in esnaftiyê dike dengan bixwazin û piştre vê derewê bikin. 24’ê Hezîranê dema wan diqede, wê bersiva xwe bibînin, lê xemgîniya me ji ber miriyan e."

BANGA LI GEL

Beştaş herî dawî got, "Em bang li gelê xwe dikin, em dizanin, hûn ê neyên provakasyonan. Em dizanin ku bi van bûyeran dixwazin me rawestînin. Piştî sersaxiyê em ê xebatên xwe bidomînin.

AKP li ser sûc hatiye zevtkirin. Kirina xwe davêjin ser HDP’ê, Kurdan û wiha dixwazin xwe jê xilas bikin. Di nav saetekê de Wezîrê Karên Hundir, Serokwezîr, Alîkarê Serokkomar diaxivin, raya giştî jî ji vê, vê fêhm dikin; ev li ser sûc hatine girtin."