Şandeya Şengalê bi Kazimî re civiya û daxwazên xwe pêşkêş kirin

Şandeya Şengalê ya di çarçoveya helwest û nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya 9’ê Cotmehê hatibû ragihandin li Bexda dest bi hevdîtinan kiriye li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî re civiya û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Şandeya Şengalê ku ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk tê, di çarçoveya nerazîbûnên li dijî peymana Bexda-Hewlêr hatibû îzmekirin li Bexda hevdîtinên xwe didomîne.

Şande duh bi şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Haşim El Dawidî, wekîlê Ewlekariya Nîştimanî Hemîd El Şersirî û hinek rayedarên din yên Iraqê re hevdîtin kiribûn.

Piştî van hevdîtinan şande bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.

Li gorî agahiyên hatin girtin, şandeyê daxwazên xwe ku ji 18 xalan pêk tên, pêşkêşî Kazimî kirin. Kazimî jî şande bi erênî pêşwazî kir û daxwaz guhdar kirin.

Kazimî diyar kir ku ew destûr nadin hêzên derve destwerdana pirsgirêka Şengalê bikin, pirsgirêk wê li gel xelkê Şengalê were çareserkirin.

Daxwazên şandeyê wiha ne:

“Em bang li hikumetê û parlamantoyê dikin ku qirkirina komî (jenosîd) ya li dijî Êzidiyan bipejirînin û li ser doza Şengalê kar bikin. Her wiha sûcdarên jênosîdê radestî dadgehên navneteweyî bikin û di doza gorên komî de xebatên xwe bi lez bimeşînin.

Pêwîste li şûna rêveberiya heyî ya Şengalê, rêveberiyek nû ku wekheviya di nava pêkhateyan de bingeh bigire were avakirin. Divê rêveberiya nû serbixwe be û bi taybetî ji şêniyên Şengalê pêk bê.

Şengal wekî parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikumeta federal bê qebûlkirin û hemû cûreyên şerên herêmî û navneteweyî ji Şengalê bên dûrxistin.

Divê biryara girêdayî alîkarîdayîna li hemberî malên hatine rûxandin, birîndar, malbatên şehîd û wendahiyan, Şengelê jî bigire nava xwe. Ji ber ku heta niha tevî binpêkirin û komkujiyên li Şengalê pêk hatine û bi hezaran malên ku hatine rûxandin jî, ti alîkarî ji bo malên rûxandî, şehîd û wendahiyan li hemû herêmên Şengalê, nehatine dayîn.

Biryarên têkildarî rêveberî, leşkerî, olî, neteweyî û ziman ên ku bi taybetî derbarê Êzidiyan, pêwîste ji aliyê Êzdiyan bi xwe ve bên dayîn û nêrîna wan jî bê girtin. Her wiha rê ji bo ti hêzeke derve neyê dayîn ku dest li kar û barên hundirîn ên Êzidiyan bikin.

Xizmetên sereke bên kirin, mercên guncew ji bo vegera koçberan bên amadekirin û piştî vegera wan alîkarî ji wan re bên dayîn.

Em ji ber girîngîdayîna we ya ji bo projeya jinên ku ji destê DAÎŞ`ê hatine rizgarkirin û gihandina wê dozê ji parlamantoyê re ku cara duyemîn e di parlamantoyê de tê xwendin, ji we û serokatiya komarê spas dikin. Em hêvî dikin ku parlamantoya Iraqê beriya dawiya salê projeyasayê erê bike û bixe meriyetê da ku barên wan sivik bibin û zêdetir tevlî civakê bibin.

Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê, binesaziyê û ji nû ve avakirin û restorekirina saziyên hikumetê, hikumet miqdareke pere veqetîne û girîngiyê bide aliyên perwerde, xizmetgûzarî û tenduristî. Her wiha bi erkdarkirina şêniyên herêmê ku zanîngeh û peymangeh bi dawî kirine, kadroyên perwerdeyê û zanistî amade bikin.

Ji bo rakirina zilmê ji ser me û da ku em jî xwe wekî welatiyên Iraqê hîs bikin, em hêvî dikin ku zarokên me di fakulteyên leşkerî, polîs, firîn û saziyên ewlehiya neteweyî de bên qebûlkirin.

Em dixwazin ku komîteyên taybet ji bo lêkolîn û şopandinê bên avakirin û agahiyên li ser kesên hatine revandin bên komkirin. Her wiha bi koordîneya bi dewletên têkildar re, endamekî din wekî nûnerê malbatên qurbaniyan bê diyarkirin.

Bi hezaran leşkerên Êzidî di nasname (belgeyên) wezareta hundirîn û parastinê de hene, em dixwazin ku ew leşker ji bo parastina herêmên xwe, ji bo Şengalê bên veguhestin.

Em banga vekirina dergehê sînorî yê herêma Para yê di navbera Iraqê û Sûriyê de dikin. Ji ber ku tekane rê ye ku kesên ji girtîgehên DAÎŞ`ê yên li Sûriyê hatine rizgarkirin têde vegerin malên xwe. Her wiha wekî dergeheke fermî bikeve bin çavdêriya rêveberiya qezaya Şengalê û hêzên ewlehiyê yên ji bo parastina herêmê hatine erkdarkirin. Ev daxwazeke sereke ya şêniyên Şengalê ye.

Em dibînin ku divê şêwirmendekî birêz serokwezîr hebe ku taybet bi kar û barên Êzdiyan re mijûl bike da ku têkilî di navbera we û gelê me de çêbibe, azarên me bi awayekî ewle bigihêjin navenda biryarê.

Ji bo ku tiştên di 3`ê Tebaxa 2014`an de li dijî Êzidiyan pêk hatine wekî qirkirina komî (jenosîd), were qebûlkirin, hewldan bên kirin.

Ji bo parastina demografiyê divê erdên Êzidiyan ên li Nînewa û Şengalê ku di serdema sîstemên berê de ji wan hatine standin, bên vegerandin.

Em bang li parlamantoya Iraqê dikin ku Êzidiyan wekî netew bipejirîne.

Em banga rawestandina topbarana dewleta Tirk li dijî xaka Iraqê û bi taybetî li dijî herêma Şengalê dikin, ji ber ku vegera koçberan ji bo herêmên wan asteng dike û ewlehî û aramiya li herêmê têk dibe.

Em banga vekirina navendeke taybet a polîsên Şengalê dikin, navenda wê li Şengalê be û bi rêya lijneyên Wezareta Karên Hundir 5 hezar endam tevlî bibin û di dema girtina van endaman de hevsengiya civakî li ber çavan bê girtin.”