Şanci: Mereş wê bibe keleha HDP'ê

Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mereşê Şahîn Şanci got, HDP yekane hêviya gelan e û destnîşan kir, ku Mereş wê di demeke nêz de bibe keleha HDP'ê.

Gelê Mereşê piştgiriyeke xurt dide karê hilbijartinê yê HDP'ê yê li bajêr. Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Mereşê Şahîn Şanci diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê li gorî hilbijartinên bihurî hîn bêhtir dengan bigirin. Şanci ji ANF'ê re axivî û got, li Mereşê gelek endamên AKP û MHP'ê tevlî HDP'ê bûne.

Şanci bal kişand ser eleqeya gelê Mereşê ji bo HDP'ê û got, "Mereş wê di demeke nêz de bibe keleha HDP'ê. Weke ku tê zanîn sala 1978'an li Mereşê komkujiyek hate kirin. Bandora komkujiyê hê jî dewam dike. Mirovên li vê derê, HDP'ê weke azadî, demokrasî û jiyaneke nû dibînin. Lewma di şexsê HDP'ê de li hev dicivin. Di encama hewldanên HDP'ê de li gelek ji Kurd û Elewiyên li Mereşê ji nava AKP, MHP û CHP'ê berê xwe didin nava HDP'ê."

Şanci da xuyakirin ku yekane partiya pêşî li komkujiyên nû bigire HDP ye û got, "Em hewl didin jiyaneke welê biafirînin ku hemû bawerî bi rengekî azad karibin lê bi hev re bijîn. Lewma gelê me piştgiriyeke xurt dide me."

Namzetê parlamenteriyê Şanci anî ziman ku li her navçe û gundan ew bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û wiha dewam kir: "Em bawerin ku tevî gelê xwe em ê li Mereşê serketinên mezin bi dest bixin. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de em ê dengekî ji ya hilbijartinên beriya niha gelekî zêdetir bi dest bixin. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê HDP ji Mereşê parlamenter derxîne. Li navenda bajêr û navçeyên wê em dibînin ku gel xwedî li HDP'ê derdikeve. Bi parlamenterên em ê li Mereşê derxînin re, em ê polîtîkaya zext û tepisandinê ya li ser gel bişikînin."

'HDP LI MEREŞÊ YEKANE HÊVIYA GEL E'

Şanci diyar kir ku Mereş wê ji niha û pê ve bibe keleha HDP'ê, lewma ew li gund, tax, navçe û malan karekî berfireh dikin. Şanci got, "Gelê Mereşê zane ku demokrasî, aştî û azadî bi HDP'ê dibe. HDP li Mereşê niha yekane hêviya gel e. Lewma li her cihî gel xwedî li me derdikeve."