Şaho ew gihande hev

Çiyayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û welatê xwe pêk bînin ji çar parçeyên Kurdistanê ew gihandibûn hev.

Di meşeke gerîla de min ew nas kirin. Çiyayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û welatê xwe pêk bînin ji çar parçeyên Kurdistanê ew gihandibûn hev. 

Çar ciwanên ji bo ku li dijî polîtîkayên şerê teybet ên dewletên dagirker a dagirker şer bikin tevlî refên gerîla bûn ji ANF’ê re serpêhatiya xwe vegotin. 

Gerîla Hêmin ê ji Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê: Di demeke wisa de ku li ser Rêberê me, gelê Kurd, gerîlayên Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê didomin rûniştin xiyanet e. Wek ciwanekî Kurd ji bo ku Serokê me ji rewşa girtî derbikeve ez tevlî tevgera Serok bûm. Îro li axa ku ez li dayik bûyîm têkoşîna azadiyê didim. Li dijî polîtîkayên rejîma Îranê yên dagirker bêdeng mayîn nedihate qebûlkirin. Li vê derê li çar aliyên Kurdistanê heval hatine cem hev û li dijî desthilatiyê di heman eniyê de em têdikoşin. Xwesteka min a ji gelê Rojhilat ew e ku bila li hemberê polîtîkayên rejîma Îranê yên reşkirina tevgera Apoyî û PJAK'ê hişyar bin û bawer nekin. Gelê Rojhilat girêdayî ax û çanda xwe ye. Geleke berxwedêr e. Hîna jî ez bawer dikim ku bi vê sekna xwe ya berxwedêr wê bersiva herî mezin bidin. Bi taybetî jî ciwan pêwîste di vê hêlê de di nava zanist, rêxistinkirinekê de bibin. Dîrok wek ciwanên Kurd vê ji me dixwaze. 

Ronî Qaraçoxê yê ji Başûrê Kurdistanê: Wek ciwanekî Başûrî ez tevlî tevgera Apoyî bûm. Li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşim. Bi giştî li ser Kurdistanê tayebet jî li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên mezin hene. Li dijî gel û gerîlayên Kurd polîtîkayên tinekirinê didomin. Di rewşeke bi vî rengî de wek ciwaneke Kurd min ji wê bawer kir ku pêwîste ez tevlî tevgera azadiyê bibim û erkên xwe yên demê pêk bînim. Çawa ku em li çar aliyên Kurdistanê hatin cem hev û têkoşîn dimeşînin; pêwîste li her devera cîhanê jî ciwan bên cem hev û li dijî dijmin şer bikin. Teybet jî ciwanên Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de hîn zêdetir baldar bin. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tene ne li dijî Başûr e li dijî tevahî Kurdistanê û partiyên Kurdane. Gelê Başûr li dijî dijmin li ber xwe dide. Lê belê ev têrê nake. Pêwîste berxwedan hîn zêdetir were mezin kirin. Teybet dagirkeriya li ser Heftanîn pêwîste neyê qebûl kirin. Erka welatparêzî ya esasî ew e ku ji bo parastina axa xwe, welatê xwe tekoşîn kirine. Em jî di pêşengtiya PJAK’ê de ji bo ku gelê xwe ji destê dagirkeriyê rizgar bikin vê berxwedan dikin. 

Gerîla Axîn a ji Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê: Wek jinekê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn ji bo min pir girîng e. Dijmin Kurdistan dabeşî çar perçeyan kir. Ji bo ku di mejiyê Kurdan de vê parçebûnê mayînde bike bi her cûre rêbazê kar dikin. Lê belê îro ciwanên Kurd tên cem hev û têkoşînek hevpar didin meşandin. Piştî ku min tevgera Serok nas kir şûnde min zanî ku eger armanc hedef yêk be girêdayîna birdozî hebe li ku derê be bila bibe her kes dikare bi hev re bijî, têkoşîn bike. Teybet jî jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûyîna tevgera Serok ve dikarin li dijî pergalê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku rêya ku me dibe heqîqetê ev rêye. 

Demhat ê ji Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê: Ji bo ku ez li dijî sistemê têkoşînek rast bimeşînim ez tevlî bûm. Tiştên ku dijmin li me ferz dikir û dixwest bibin kesayetên ku ew dixwaze min tu carî qebûl nekir. Îro li çar aliyên Kurdistanê ciwan tên tevlî tevgera Serok dibin. Girîngiya Kurdistana Rojhilat ji bo min pir mezin bû. Ji ber ku di şerê Rojava de bi dehan hevalên ji Rojhilat kêleka min şehîd bûn. Ji bo ku ez li ser şopa wan bimeşim ez jî hatim Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîn dikim. Ez dizanim ku bi vê şêwazê ez dikarim deynê wan bidim. Ez dixwazim ciwanên Rojhilatî jî di vê mijarê de hîn zêdetir bi hişyar tevbigerin û êrîşên li dijî xwe qebûl nekin. Xwe zana û rêxistin bikin. Cihê vê jî tevgera Serokatiyê ye.