Şahîn: Gerîla her roj tarz û taktîkên nû diceribîne

Yek ji fermandarê HPG’ê Kûrtay Şahîn diyar kir ku kapasîteya teknîkî ya ku artêşa Tirk seferber kiriye û yekîneyên wê yên veşartî yên ku gelekî ji wan bawer e, li hemberî gerîla nikarin tiştekî bikin.

Yek ji fermandarê gerîlayan Kûrtay Şahîn diyar kir ku artêşa Tirk li ser xeta Zagrosê nikare encamê bistîne, li hinek qadan jî nizane wê çi bike û çawa derkeve.

Yek ji gerîlayê HPG’ê Kûrtay Şahîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dîroka gerîla dîrokeke zindî ye, li dijî hemû dijwariyan ked tê dayîn û propagandaya gerîlayan jî çalakiya wan e. Şahîn got ku “Artêşa Tirk hinek qad dagir kiriye, lê ew jî dizanin wê ev tişt çi bîne serê wan. Ew bi xwe jî nizanin wê çi bikin û çawa derkevin.”

Şahîn diyar kir ku artêşa Tirk li ser hinek qadên stratejîk daniye û hewl dide xetên sînor biparêze lê gerîla ji vê planê re bûye asteng. Şahîn bal kişand ser vî tiştî ku artêşa Tirk fêm kir ku ew nikare bi darê zorê leşkerên xwe li vir bisekinîne û ji ber vê gundiyan bi kar tîne lê gerîla destûrê nade ku li van qadan sîxurtî were kirin.

GERÎLA BI TEKNÎKÊ TÊK NAÇE

Şahîn diyar kir ku artêşa Tirk ji bo ku hêza xwe nîşan bide, qadên gerîlayan bomberdûman dike û got, “Gerîla ne artêşeke wisa ye ku bi teknîkê tasfiye bibe. Kesek bi teknîka di destê xwe de nikare îradeya gerîlayan bişkîne. Li hemberî vê teknîkê gerîla xwe dispêre îradeyekê. Ev îrade ji serhildanên Kurdan heta niha hat. Em ê xwedî li vê gerdîşê derkevin û nehêlin dijmin li vir deyne. Ne diyar e ku gerîla wê kînge û li ku li dijmin bide. Artêşa Tirk gelekî ji ber yekîneyên xwe yên veşartî piştrast e lê gerîla van yekîneyan dişopîne û li wan dide. Artêşa Tirk fêm kir ku ne bi teknîkê û ne jî bi van yekîneyan nikare pêşiya gerîla bigire. Rayedarên dewleta Tirk her roj dibêjin ‘Em ê ha îro ha sibê gerîla têk bibin’ lê gerîla tasfiye nabe, berevajî wê her roj bi tarz û taknîkên nû derdikeve pêşberî dijmin.”

HATE NÎŞANDAN KU GEL NE BI TENÊ YE

Yek ji gerîlayê HPG’ê Kûrtay Şahîn diyar kir ku pêvajoyeke giran heye û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got, “Gerîla bi şer, tarz û taktîkên xwe nîşan da ku gel ne bi tenê ye û nîşanî hemû kesan da ku ew li ser xeta Rêbertî dimeşe. Gerîla bi îddîaya azadkirina Rêbertî tevlî pêvajoyê dibe. îddîaya me ev e ku em ji êrîşan re bibin bersiv û vê têkoşînê bigihînin serfiraziyê.”