Şahîn: Aştî dermanê xizaniyê ye

Serokê Desteya Rêveber a SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn bi bîr xist, ku li gorî daneyên salên 2018 û 2019'an xizanî herî zêde li Wan û bajarên din ên Kurdistanê hene û got, çareya vê yekê jî aştî, demokrasî û pêşveçûneke wekhev e.

Herêmên sereke ku bêkarî û xizanî di asta bilind de ye; Wan, Colemêrg, Îdir Agirî, Qers, Erdexan, Bedlîs û Mûş in. Li van bajaran ku nifûsa ciwanan lê zêde ye, 85 ji sedî yê ciwanan bêkar in. Li bajarên Kurdistanê ku derfetên kar û hilberîn nîne, her sal bi deh hezaran mirov neçar dimînin ku ji bo kar koçî bajarên rojava bikin. Bi taybetî piraniya ciwanên ku ji bo karê li sektora înşaatê yan jî çandiniyê diçin bajarên metropolan, ya di dema kar de yan jî di encama êrişên nijadperestiyê de jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên TUÎK'ê yên salên 2018 û 2019'an, bajarên herî xizan dîsa bajarên Kurdistanê ne. Yek ji van bajaran jî bajarê Wanê ye ku nifûsa xwe di ser milyonek û 200 hezar mirovî re  ye. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Muşawîrên Malî û Hesabgirên Serbest ê Wanê (SMMMO) Îbrahîm Şahîn diyar kir ku bi daneyên TUÎK'ê eşkere bûye ku ev bajar xizan in û xizanî jî encama polîtîkayên zanebûn ên dewletê ye.

DEWLET RAZEMENIYÊ NAKE

Serokê Desteya Rêveberiyê ya SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn anî ziman ku dewlet li Kurdistanê ti razemeniyê nake û got, "Qanûn tên derxistin. Tiştekî nakin. Bi taybetî ji bo hilberîn û pêşvebirinê tiştekî nakin. Lewma ev herêm gelekî xizan in. Li van herêman nifûsa ciwanan gelekî zêde ye, lê piraniya ciwanan bêkar in.

Daneyên TUÎK'ê bi xwe vê yekê nîşan dide. Ev herêm çima xizan in, çima hatine xizankirin? Bi dîtina min ev bajar bi zanebûn xizan kirine. Tevî ku ew herêm e ku divê bên pêşvebirin, qanûnên tên xwestin nayên amadekirin. Lewma xizanî jî girantir dibe."

DIVÊ GIRANIYÊ BIDIN SER PÊNGAVÊN HILBERÎNÊ

Li ser çareseriya xizaniya li herêmê Îbrahîm Şahîn got, "Yekane çareya vê yekê jî aştî, demokrasî û mafên mirovan e, serdestiya hiqûqê ye, pêşvebirineke wekhev a li her aliyên Tirkiyeyê ye. Ji bo van herêmên xizan divê giraniyê bidin ser pêngavê pêşvebirin û hilberînê. Eger li van herêman bêhtir demokrasî û mafên mirovan bên bicihkirin, hingî mirov wê razemeniyê lê bikin. Divê garantî ji fîrmayên li vê herêmê razemeniyê bikin bê dayin. Bi taybetî ji bo sewalkarî û çandiniyê zeviyên me hene, zozanên me hene. Lê piraniya wan nayên xebitandin. Ne pêwîste ku her kes bi pîşesaziyê re mijûl bibe. Li gorî taybetmendiyên herêmê divê mijarên pêşvebirinê bên destnîşankirin. Li vê herêmê çandinî û sewalkarî bi rengekî baştir dikare bê kirin."