Îtîrazî girtinên li Pasûrê hate kirin

Îtîraza girtina hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Tay hate redkirin.

Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Gerînendeyê Karên Fenê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê ya Pasûrê Abîdîn Karaman û Mehmet Ayîn hatibûn girtin. Îtîraza girtina van kesan hate redkirin.

‘TU DELÎL TUNE’

Parêzeran di daxwaznameyên xwe de diyar kirin ku îddîayên li ser muwekîlên wan vala ne û tu delîl tune.

Parêzeran diyar kirin wan îspat kirine ku tu têkiliya muwekîlên wan bi teqîna li Pasûrê tune lê muwekîlên wan hatine girtin. Parêzeran gotin ku “Tu delîl, dîmen, şahid, takîba teknîkî tune. Bi kurtasî di vê dosyeyê de tu delîl tune.”

Parêzeran îtîraza xwe pêşkêşî Dadgeha Cezayê ya Pasûrê kiribû û ev îtîraz şandibûn ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 5’emîn. Dadgeha Cezayê ya Sulhê ev îtîraz red kir.