Îsmaîl: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê ez amade me

Namzetê YNK'ê yê Serokkomariyê Dr. Sabir Îsmaîl bal kişand ser krîza aborî, siyasî û leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew amade ye.

Nîqaşên il ser Serokkomariya Iraqê ku piştî avakirina hikumeta nû divê ji nû ve were hilbijartin, dewam dikin. Sala 2005'an bi lihevkirina Serketerê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî, Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Iraqê re serokatiya herêmî ji PDK'ê re, Serokkomariya Iraqê jî ji YNK'ê re hatibûn hiştin.

Piştî hilbijartina îsal, nîqaşên li ser Serokkomariyê yên navbera YNK û PDK'ê ji nû ve dest pê kirin. PUK Mediayê ragihand ku namzetê YNK'ê Dr. Mûhammed Sabir Îsmaîl e. Îsmaîl li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Îsmaîl sala 1947'an li Silêmaniyeyê ji dayik bû, bavê du zarokan e hîn di emrê zarokatiya xwe de di nava Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Kurdistanê de dest bi siyasetê kir. Di 16 saliya xwe de bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Îsmaîl, sala 1974'an piştî ku di nava PDK'ê de qutbûna siyasî dest pê kir, bi pêşengiya Celal Talabanî cihê xwe di nava karê damezrandina YNK'ê de girt.

Dr. Mûhammed Sabir Îsmaîl, ji sala 1977'an heta 1992'an bi navê YNK'ê li Ewropayê bi berpirsyariyên siyasî rabû, sala 1992'an piştî ku Rêveberiya Kurd a Herêmî ava bû vegeriya Başûrê Kurdistanê. Îsmaîl salên navbera 2001-2004'an Nûnertiya YNK'ê ya Washîngtonê kir.

Li gorî agahiyên ku Îsmaîl da, di navbera salên 2004-2010'an de Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Çînê, di navbera salên 2010-2013'an de Serokê Daîreya Asyayê ya Wezareta Karên Derve ya Iraqê û herî dawî jî di navbera salên 2013-2016'an de Sefîrê Iraqê yê li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bû. Îsmaîl sala 2016'an teqawî bû.

Namzetê YNK'ê yê Serokkomariyê Dr. Mûhammed Sabir Îsmaîl diyar kir ku piştî hilbijartina giştî ya 12'ê Gulanê ya li Iraqê diviyabû hikumeta nû ava bûya û pêvajoya hilbijartina Serokkomariyê dest pê bikira û got, "Lê belê hin meseleyên ku li gorî destûra bingehîn a Iraqê nehatine çareserkirin veguherîn krîzê û ev krîz dewam dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ez jî tevlî hin civîn û danûstandina bûm."

ÇARESERIYA MESELEYA KERKÛKÊ

Îsmaîl bal kişand ser meseleya Kerkûkê ku meseleyeke krîtîk e û destnîşan kir ku ev pirsgirêk li gorî xala 140. dikare bê çareserkirin. Îsmaîl got, "Di encama lihevnekirinê de dibe ku niha bi Iraqê ve hatibe girêdan. Lê belê ew der parçeyek ji axa Kurdistanê ye û Kerkûk ji bo me Quds e. Ev rastî nayê guhertin. Meseleya Kerkûkê, ji bilî rewşa xwe ya demografîk, ji ber hebûna rezervên petrolê bi rengekî xumamî hate hiştin û bêyî bicihanîna destûra bingehîn û pejirandina Serokkomariyê, di pratîkê de hate dagirkirin. Ev yek ne rewşeke ku were qebûlkirin."

Îsmaîl destnîşan kir ku Kerkûk ancax di çarçoveya destûra bingehîn de bi pejirandina Serokkomariyê li ser zemîneke polîtîk bê çareserkirin.

Dr. Îsmaîl bal kişand ser pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê û wiha pê daket: "Hikumeta Iraqê li ser bingeha sîstema federal dikare aramiya civakî biafirîne. Pêşveçûna hikumeta Iraqê bi têkiliyeke rast a bi Kurdan dibe. Ji ber ku Kurd di heman demê de temînata jiyana hindikahiyên din e. Eger Bexda bi rengekî dijberî destûra bingehîn bi feraseta tenê 'temsîliyeta Ereb' bi pêş ve biçe (ku dagirkirina Kerkûkê nîşaneya vê ye) hingî ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe.

Ev yek jî wê bibe sedem ku pirsgirêkên cuda derkevin pêşiya Iraqê, ku hîn ji belayê DAÎŞ'ê rizgar nebûye. Lewma divê li ser bingeha destûra bingehîn gav bên avêtin. Dema ku mirov bala xwe bidin dîroka Iraqê, ji Sûltaniyê heta Komarê, ji Komarê heta serdema Abdusselam Arîf û Saddam Huseyîn, di pêvajoya têkbirina wan de meseleya Kurd derdikeve pêş."

KURD HER WIHA TEMÎNATA NASNAMEYA EREB E

Îsmaîl da xuyakirin ku Kurd heta niha li dijî gelekî ya jî komeke etnîkî têkoşîna çekdarî nekiriye û got, "Têkoşîna wan timî li dijî wan hêzan bû ku nasname û îradeya Kurdan qebûl nakin. Dema ku mirov hemû komkujî û qirkirinên li vê herêmê bi bîr bînin wê were dîtin ku Kurd ji ber xwedîderketina li nasnameya xwe hatine kuştin û qirkirin.

Ji ber vê yekê, hikumeta nû eger li ser bingeha destûra bingehîn a federal tevbigere û zilma li Kurdan hatiye kirin bibîne, wê hingî karibe li ser piyan bimîne. Komkujî heta niha timî ji aliyê desthilatdaran ve hatin kirin. Kurdan jî timî jiyana bi hev re parastin. Bi dîtina min Kurd di heman demê de temînata nasnameya Ereban e."

Li ser namzetî û hedefên xwe jî Dr. Îsmaîl got, "Beriya namzetiya min, divê em rewşa niha ya hikumetê ji nû ve diyar bikin û dilsoziya bi destûra bingehîn re nû bikin. Bi dilsoziya bi destûra bingehîn re pêşî li îstîsmarê dikare were girtin û pêvajoya aramiyê ji nû ve dikare bê destpêkirin. Niha krîza aborî, siyasî, leşkerî û civakî heye ku bandorê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û gelmeperiya Iraqê dike.

Eger em di hikumeta nû de van ewle nekin, ev ê rê li ber pirsgirêkan veke. Eger em karibin ji bo çareserkirina meseleyan îradeya hevpar nîşna bidin, hingî em ê bi pêş ve biçin. Rê dûr û dirêj e, bi demê re wê diyar bibe ku em ê karibin îradeyê nîşan bidin yan na. Lê ez û hevrêyên xwe bi vê bawer in."