Îsa: Şerm e ku deriyê sînoran girtî bin

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Reqa El- Îsa diyar kir, ''Deriyê sînor û alîkariya mirovî weke amûra şantajê tê bikaranîn'' û ji ber venekirina deriyê sînor ê Rojava helwest nîşan da.

Endamê Rewşenbîrên Yekîtiya Reqayê Evdirrehhman El-Îsa ji Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê re axivî û li gel ku deriyê sînor ên li herêmê di bin dagirkeriya Tirk de vekirîne jî, ji ber gritîbûna deriyê sînor helwest nîşan da. Îsa got, ''Dewletên ku dest di Sûriyê werdane, ji destpêka krîza Sûriyê û vir be deriyên sînor û alîkariya mirovî weke amûra şatajê tê bikaranîn.''

Îsa got piştî yasayên Sezarê, ku pêşbîniya ambargoya aborî ya li ser hikûmeta Sûriyê dike, vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçer bi giringiyeke jiyanî ye û soz hatiye dayin ku Rêveberiya Xweser ji ambargoyan wê bêrî be.

Îsa diyar kir şerm e ku li ser gelên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê ku cîhanê ji komên terorê diparêzin ambargoya aborî were danîn û got, ''Ji bo bandora krîza aborî ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê kêm bibe divê deriyên sînor werin vekirin.''

Îsal bang li Rêveberiya Xweser kir ku ji bo deriyên sînor werin vekirin hewl bide.