Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedan dewam dike

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku ji 16'ê Îlonê û vir ve tevgereke gel a mezin dewam dike, van rojên dawî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek êrîş hatin kirin. Êrîş bi çekên giran têne kirin.

Piştî ku jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16'ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hate qetilkirin, serhildana gel li dehan bajaran belav bû.

Li gel qedexeya derfetên ragihandinê jî dîmenên çalakiyan li ser tevna medya dîjîtal belav dibin. Yekane qenala ku çalakger kêm jî be karin dengê xwe bidin bihîstin tevna medya dîjîtal e.

Ji dîmenan tê fêhmkirin ku roja Yekşemê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mahabad, Sine, Seqiz, Merîwan, Dêwland, Kamyaran, Dîwandere, Pawe, Ciwanro, Kirmaşan, Îlam û Ûrmiyeyê gel daketin qadan û bend danîn.

Bi taybetî li Mahabadê rojên dawî dewlet bi çekên giran êrîş dike. Tê gotin ku li dijî gel her wiha tank jî têne bikaranîn.

Hate ragihandin ku li Sine, Ciwanro, Pîranşar, Merîwan û Dêwlanê hêzên dewletê roja Yekşemê herî kêm 8 kes qetil kirin.

Di dîmenên têkildarî Ciwanro de tê dîtin ku çekên otomatîk têne bikaranîn û şêniyên bajêr hewl didin birîndaran bi derfetên xwe rakin. Tê gotin, li bajêr li dijî çalakgeran çek têne bikaranîn. Li gorî agahiyan li Ciwanroyê herî kêm 2 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li heman bajarî merasîmeke cenaze hate lidarxistin ku bi hezaran kes tevlî bûn û dirûşma "Kurd, Belûcî, Azerî, azadî û wekhevî" hatin qîrîn.

21'ê Mijdarê roja Duşemê dewletê li gelek bajaran êrîş kir. Li Pîranşarê dîmenên têkildarî ser êrîşa dewletê ya li hemberî gel hatin parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Karwan Qader Şukrî yê 16 salî bûn ku şeva Yekşemê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin.

Li Kirmaşanê di 40 rojiya şîna qetilkirina çalakger Sîna Naderî de bi sedan kes daketin qadan.

Li gundê Baweriz ê Sineyê, gel şeva Yekşemê dakete qadan û dirûşma "Mahabad bi tenê nîne" qîriya.

Li bajarê Dehgulanê di merasîma cenazeyê Mûhsen Nîazî de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn. Çalakî heta serê sibehê dewam kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hefteya derbasbûyî herî kêm 30 kes qetil kirin.

Çalakiyên şermezarkirinê li Îranê di serî de bajarên Tehran, Îsfahan û Şîrazê, li dehan bajaran dewam kirin.

Di vê navberê de hejmara mirovên ku bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne cezayê îdamê li wan hate birîn gihîşt 6 kesan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 16'ê Îlonê û vir ve herî kêm 378 kes hatin qetilkirin ku 43 ji wan zarok bûn. Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî girantir e. Bi deh hezarna kes jî hatin girtin.