Îran mesaja 'berê tivinga min timî li te ye' dide Kurdan

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir, komkujiya ku rejîma Îranê li kolberan dike pirsgirêkeke siyasî ye û got, "Rejîma Îranê bi rêya vê polîtîkayê mesaja 'berê tivinga min her tim li te ye' dide gelê Kurd."

Hevserokê Komelga Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan, serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê ya piştî kuştina du kolberên Kurd rû da, ji ANF'ê re nirxand.

Bêrîtan destnîşan kir ku çalakiyên piştî vê komkujiyê hatin kirin, demokratîk, rewa û mafdar in û got, ji bo di dema pêş de bûyerên bi vî rengî rû nedin, divê çalakiyên wiha dewam bikin.

KOLBERÎ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN REJÎMA ÎRANÊ YE

Fûad Bêrîtan anî ziman, meseleya kolberî encameke polîtîkayên rejîma Îranê ye û got, "Dervehiştina Rojhila ji aboriyê, pirsgirêka Kurd, polîtîkayên mîlîtarîzekirinê û zext û zordariya tê kirin, bûn sedem ku kolberî li Rojhilat zêde bibe. Ji ber vê yekê, divê kolberî ji polîtîkayên înkar û tinekirinê yên rejîma Îranê cuda neyê nirxandin. Pirsgirêkeke siyasî, aborî û civakî ye. Ev refleksa demokratîk û rewa ya li Rojhilat derkete holê, pêwîste weke ku civak êdî vê rewşê qebûl nake, bê nirxandin. Ev yek teqîneke civakî ye li dijî rejîma Îranê. Ev bangek e. Divê her kes guh bide vê banvê. Ev meseleyeke siyasî ye. Bêdengiya rejîma Îranê helwesteke siyasî ye.

Di vî warî de divê mirov balê bikişînin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî. Ev bêdengî tê wateya hevkariyê û di heman demê de cesaretê dide rejîma Îranê."

ÎRAN HEWL DIDE PEYAMA 'BERÊ TIVINGA MIN TIMÎ LI TE YE' BIDE KURDAN

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan bi bîr xist, ku gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn xwedî îdeolojiyekê ye û bi modela xwe re pêşengiyê ji guhertinê re dike.

Bêrîtan ev nirxandin kir: "Rewşa li Rojava derkete holê, asta berxwedanê ya li Bakur bandorê li Rojhilat dikin. Rejîma Îranê mîna gelek polîtîkayên xwe, bi polîtîkaya xweya kuştina kolberan re hewl dide çavê gelê Kurd ê xizan bitirsîne. Hewl dide mesaja 'berê tivinga min timî li te ye' bide. Belê, pirsgirêka kolberiyê ji berê ve heye, lê belê piştî ku têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê me ya li parçeyên din gihîşte astekê, rejÎma Îranê zexta xwe ya li ser kolberan girantir kir.

Rejîma Îranê beşeke mezin a rojhilat veguherandiye qada leşkerî. Li her derê hêzên leşkerî bi cih kiriye, qada jiyanê ya gel dagir kiriye û hewl dide bêhnê li civakê biçikîne. Cihên çandiniyê û bazara gel dagir kiriye. Ev yek encama tirsekê ye. Lewma wê kêm be ku mirov polîtîkaya li dijî kolberan tenê ji aliyê aborî ve binirxînin. Di bingeha vê de siyaseta Îrane heye û ev siyaset jî siyaeta tinekirina gelê Kurd e."

EV PIRSGIRÊKEK NE TENÊ ABORÎ YE; EV YEK ÊRÎŞEK LI DIJÎ GELÊ KURD E

Bêrîtan destnîşan kri, ku divê gel û hêzên siyasî yên rojhilat zanibin, ev pirsgirêk ne tenê aborî ye û got, "Ev yek êrîşek li dijî gelê Kurd e. Hêzên siyasî yên gelê Kurd û her kesên dibêjin ku ew ji bo gelê Kurd têdikoşin, lazim e li ber vê yekê rabin, bibin yek û bi hev re têbikoşin. Pêwîste em li hev bicivin û li ser van biaxivin, rêya çareseriyê bibînin. Lazim e li ser platformeke hevpar em  li ser pirsgirêkên gelê xwe biaxivin. Ti bendewariya gelê me û hêzên me yên siyasî ji dewletê nîne. Lewma divê em bi xwe çareseriya xwe bibînin. Belê, divê dewlet gavê biavêje, lê belê yê ku vê gavê bide avêtin, em in. Pêwîste em li ser platformeke neteweyî li hev bicivin û li ser çareseriya vê pirsgirêkê biaxivin."

DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DAWÎ LI BÊDENGIYA XWE BÎNE

Bêrîtan destnîşan kir, ku meseleya kolberan çiqasî meseleyeke navxweyî xuya bike jî aliyekî wê heye ku raya giştî ya navneteweyî eleqedar dike û got, "Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û mijarê bixin rojevê. Ji bo Îran van polîtîkayên xwe bi hêsanî nemeşînin, divê zextê lê bikin."

YEKAN RÊYA PARASTINA JI ÊRÎŞAN, RÊXISTINBÛN E

Ji bo kolberan jî Bêrîtan destnîşan kir, ku yekane rêya parastina ji van êrîşan, rêxistinbûne û got, "Dikarin tevneke xwe ya rêxistinbûnê ava bikin. Ev yek wê bibe mekanîzmayeke parastinê. Bi vî rengî li hemberî polîtîkayên kuştin, birîndarkirin, êşkence û girtinê dikarin bi mekanîzmayeke rêxistinbûyî tevbigerin û hesab bipirsin."

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîtan destnîşan kir ku heta mirovên li Banê, Ciwanro, Kimanşan, Sinê û cihên din hatine girtin bên berdan, heta hemû rewşenbîrên destek dane wan bên berdan divê gel çalakiyên xwe bidomînin.

GELÊ KURD ALÎGIRÊ ÇARESERIYA SIYASÎ YE

Bêrîtan anî ziman, rejîma Îranê divê zanibe gelê Kurd alîgirê çareseriya siyasî ye û got, "Eger vê qebûl neke, divê zanibe ku gelê Kurd bê çare û bê bername nîne. Ji çalakiyan heta grevên birçîbûnê di mijara xweparastinê de wê serî li her rê û rêbazê bide. Em jî heta dawiyê bi daxwazên gelê xwe re ne."