ÎRA'yê bîlançoya meha Îlonê eşkere kir

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad bal kişand ser vî tiştî ku zextên li ser rojnamevanan di meha Îlonê de jî domiyaye û got, “176 hempîşeyên me di girtîgehê de ne.”

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora xwe ya li ser zextên li ser rojnamevanan weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku 176 hempîşeyên wan di girtîgehê de ne û ev tişt hatin destnîşankirin:

“Li Tirkiyeyê çapemenî wek fişekeke yekemîn a şer hatiye bikaranîn. Beriya ku li Tirkiyeyê hikumeta AKP’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dest bi şer bike wek fişeka destpêkê biryara girtina çapameniyê daye. Taybetî jî weşanên heremê yên wek Rûdaw TV, Waar TV û K24 TV ji aliye RTUK’ê ve bi kelecaneke lez û bez ji satelayta Turksatê hatine derxistin. Ev ne biryareke RTUK’ê ye. Ev helwest, helwesta derdorên ku biryara şer didin bi xwe ye. RTUK’ê jî fermana wan pêk anî. Bi vê pêkanîna fermanê RTUK’ê nîşan da ku ew ne saziyeke çapemeniyê ne. Wan destnîşan kirine ku ev kozika wan a şer a pêşîn e. Însiyatîfa Rojnavanên Azad bi tu awayî van helwestan bê bersiv nahêle û bi tundî şermezar dike.”

BÎLANÇO

Têkildarî meha Îlonê di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Li gor dawiya meha Îlonê 176 rojnamevan di zindanan de ne,
3 rojnamevan hatin binçavkirin,
2 rojnamevan hatin girtin,
4 rojnamevan serbest hatin berdan, 
53 rojnamevan hatin darizandin,
Li rojnamevanekî doz hat vekirin,
Daxwaza vekirina TVyekê hat redkirin, 
Ji bo 4 rojnamevanan bi giştî 7 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtinê hat birîn,
3 saziyên çapemeniyê malê wan ji bo firotinê derxistin mezatê,
 3 kanalên TV’ê ji aliyê RTUK’ê ve ji satelaytê hatin derxistin, 
2 rojnamevan hatin kuştin.

‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’

ÎRA’yê rojnamevan Gaûrî Lankesh û Halla Barakat ên ku hatine qetilkirin jî bi bîr anî û daxuyaniya xwe wisa bi dawî kir: “Em Însiyatîfa Rojnamevanên Azad destnîşan dikin ku bi tu awayî ji çapemeniya azad tavîzê nadin. Em rojnamevan in. Rojnamevanî ne sûc e û em ê heta dawiyê rojnamevanî bikin. Em careke din dirûşmeya xwe dubare dikin û dibêjin: Werin em rojnamevan ji zindanan derxin da ku bi rojnamevan re Tirkiye jî azad bibe.”