Îpekyuz: AKP'ê şewb ji xwe re kiriye firsend

Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, çawa ku desthilatdariya AKP'ê 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir firsend, şewba niha jî kiriye firsend û qeyûm daniye ser şaredariyan.

Bi biryarnameya Wezareta Karên Hundirîn a AKP'ê qeyûm tayînî şaredariyên Îdîr, Sêrt û navçeyên wê Misirc û Hawêl ê û Vartînîsê yên HDP’ê kirin û hevşaredar hatin destgîrkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, tayinkirina qeyûman û kiryarên wan nirxand. Îpekyuz anî ziman ku hikûmeta AKP'ê wekî 15'ê Tîrmehê bûyeran hemûyan vediguherîne firsendê û got, "Niha jî pêvajoya pandemiyê ji xwe re kiriye firsend û qeyûman tayinî şaredariyan dike."

'DIJIMINATIYA LI KURDAN'

Îpekyuz da zanîn ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê di her alî de dijminatiya xwe ya li Kurdan dewam dike û wih axivî: "Di sala 2016'an de jî di çarçoveya polîtîkaya çongdanînê de 102 şaredariyên me hatin desteserkirin. Bi xebat û kedek mezin şaredariyên me yên hatine desteserkirin me ji qeyûman paqij kirin. Lê belê niha bi heman awayî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan berdewam dikin. Rejîma faşîst heta niha li dijî Kurdan çi ji destê hatiye kiriye û niha jî dike. Bi desteserkirin Îdîr, Sêrt û navçeyên wê Misirce û Hawêlê û bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê re hejmara şaredariyên me yên hatin xespkirin derket 45'an. Qeyûm, zilme, bêhiqûqî û amûra rêveberiya nû ya desthilatdariyê ye. Ev desthilatdarî rejîma darbeyan û berhemên darbeyan e. Kesên darbekar dijminê demokrasiyê ne. Dijminê vîna gel e, dijminê gelên Kurdistanê ye. Her tim gelê Kurdistanê li vîn û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Bi salan e ti êrîş nikare vîna gelê Kurdistanê bişkîne. Ji vê kêliyê û pê ve jî kes nikare xwe li ber vîna gelan bigre. Gel têk naçe."

'AKP’Ê PANDEMÎ JÎ VEGUHERANDIYE FIRSENDÊ'

Îpekyuz destnîşan kir ku AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê û wiha pê de çû: "Li seranserî cîhanê mirov bergiriya şewbê dikin, hikûmeta AKP’ê ev yek veguherandiye firsendê û şaredariyên gel desteser dike. Li Kurdistanê li dijî şewba Covîd-19 karê herî mezin şaredariyên me û gel bi hevre dikin. Şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin, di pêvajoya şewbê de ji bo pêdiviyên gel û ji bo gel pir zirarê ji şewbê negire xebitîne, lê belê wisa xuyaye ku AKP ji ber vê nerehet e ku qeyûm tayin kiriye. Mînak, li Êlihê wextê şaredarî di destê me de bû xizmetek bêhempa dihate kirin, lê belê piştî şaredarî hate desteserkirin hejmara kesên bi şewbê jî ketine zêde bûne. Ji ber ku qeyûm li hemberî şewbê ti bergiriyê nake. Qeyûm niha tenê li kêfa xwe û alîgirê xwe dinêre. Ji xwe berî niha kiryarên qeyûman ji aliyê hevşaredarên me ve hatibûn îfşakirin."

'QEYÛM VÎRÛSA HERÎ TALÛKEYE'

Îpekyuz da xuyakirin ku vîrûsa herî talûke tayînkirina qeyûman e û wiha dom kir: "Li seranserî cîhanê, welat ji bo bergiriyên şewba korona belavûpkên Kurdî û dîmenên Kurdî hatine amadekirin belav dikin. Di wextê erdheja Xarpetê de ji ber ku xebatkarekî AFAD'ê bi Kurdî bi welatiyekê re axivî, bi rojan weke propaganda ji xwe re bikaranîn. Di heman demê de jî di 15'ê Gulên de Roja Cejana Zimanê Kurdî de şaredariyên Kurdan desteser kirin. Ev hişmendî zirerê dide civaka Tirkiyeyê. Ev firsendkarî vîrûsa herî talûkeye li dijî gelan. Ji xwe koronavîrûs bi xwe ev e, yanî qeyûm e. Vîna sed hezaran mirovan tê desteserkirin. Di wextê ku darbe tên nîqaşkirin de ev yek bi ti awayî nayê qebûl kirin. Ji xwe ev darbe bi xwe ye. Li hemberî hemû êrîşan û polîtîkayên li dijî domokrasiyê wê hilbijarên HDP'ê hin xurtir li dora HDP'ê bibin xelek û xwedî li vîna xwe derkevin. Di wextê kongreya me de li pêş çavan me dît ku ji bo gel tevlî kongreyê nebin çi kirin. Lê belê gelê Kurd û dildarên HDP'ê hemû astengî derbaskirin û cihê xwe di eniya berxwedanê de girtin. Di wê sermaya Enqereyê de gel bi coşa xwe qad hejand. Li kîjan cihê ku em digerin her kes ji bo me dibêje hûn mafdar in çi dibe bila bibe em li gel we ne û em ê dengê xwe ji bo rastî û têkoşîna mafdar bilind bikin."

'WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
 
Îpekyuz, herî dawî destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin wê HDP li dijî pêkanînên vê pergala zordest li ber xwe bide û got: "Heta şaredariyên hatine desteserkirin neyên îadekirin û hevşaredarên ji peywirê hatine girtin venegerin ser karê xwe wê têkoşîna me ya rewa, mafdar û demokratîk dewam bike. Wê desthilatdarî ti carî nikaribe li Kurdistanê bi ser bikeve. Fermo werin em li qadê hevdû bibin, werin em biçin hilbijartinê. Di destpê de partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên piştevaniyê, nivîskar, hunermed û kesên alîgirên demokrasiyê û kesên demokrasiyê dixwazin divê li dijî desthilatdariya zordest bibêjin bes e. Ji bo kesên ku dixwazin welat bibe welatek demokratîk û hiqûqî divê piştevaniya xwe nîşan bidin. Îro dema piştavaniyê û deng bilindkirinê ye. Werin em bi hevre dengê xwe bikin yek û li dijî zordestiyê têbikoşin."