Însîyatîva Dijî Dagirkeriyê: Hikûmeta Başûr û  Iraqê bila helwesta xwe zelal bikin

Însîyatîva Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk a li Kurdistanê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Iraqê û qada navnetewî kir ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûr helwesta xwe diyar bikin.

Însîyatîva Dijî Dagirkeriya  Dewleta Tirk a li Kurdistanê li ser banga Konseya Rêveber a KNK’ê 16’ê Hezîranê li Brûkselê civiya û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê da ber xwe. Insîyatîvê bal kişande ser êrîşkariya dagirker a dewleta  Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û her wiha bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ya Bexdayê û qada navnetewî û bang kir ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk helwest were nîşandan.

Daxuyaniya Însîyatîva Dijî Dagirkeriya Deweta Tirk a li Kurdistanê wiha ye:

‘’Li ser banga Konseya Rêvebir ya KNK’ê, grubek berfireh ji nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, roja 16.06.2018’an li Brukselê li avahiya navendî ya KNK’ê kom bûn. Beşdaran rewşa dawî ya Kurdistan û teybetî dagirkeriya dewleta Tirk ya ku niha li başûra Kurdistanê fireh dibe, bi berfirehî nîqaşkirin, nêrîn û helwestên xwe diyar kirin. Di encamê de li hember vê dagirkeriyê, biryar hate dayîn ku ev civîn xwe weke înîsiyatîfekî bimeşîne, ji bo pêkanîna hinek karên dîplomatîk û çalakiyên girseyî, plansazîyek xebatê hate çêkirin. Her wiha civînê biryar da ku “Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê” ya ku 2008’an de di Civata Giştî ya KNKê de hatî qebûlkirin, bi vê daxuniyê re carek din belav bikin.

Dewleta Tirk, ji serê vê salê ve êrîşên xwe yên li ser parçeyên din yên Kurdistanê (Rojava û Başûr) zêde kirine. Ne tenê êrşê tîne,  her wiha di heman demê de qadên berfireh digre û dagir dike. Êrîşa pêşî li ser herêma Efrînê bû. Ji 10’ê Adarê ve êrîşên li Başûr zêde kirine û devera Biradostan dagir kirine û dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dikin. Her çend bi hinceta dijberiya hêzên HPG’ê têne herêmê, lê di bingeha xwe de ev êrîş berfirehtire û hedef hemî deskeftiyên gelê me ne. Hincet çi dibe bila bibe deverên têne bombakirin û şewitandin, deverên têne dagirkirin Kurdistan e û hedef jî hemî Kurd in.

Li hember vê dakirkeriya dewleta Tirk gelek partî, rêxistinên sivîl û gelê me yê Başûr dengê xwe bilnd dikin û helwest digrin. Lê mixabin di sêrî de Hukumeta Herêma Kurdistanê û hinek partiyên Kurd, heta niha bêdeng in. Di heman demê de hukumeta Bexdayê jî xwedî helwestek ron û eşkere nîne. Her wiha reya giştî ya navneteweyî jî bêdeng e. Ev jî cesaretê didi dewleta Tirk ku dagirkeriya xwe firehtir biki.

BIRYARÊN KU ÎNSÎYATÎVÊ STANDINE

Li ser vê rewşê civîn van xalên jêrîn dike biryar û ji reya giştî re pêşkêş dîkî:

• Hêzên ku li Bakur, li Rojava û li Başûr, li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwe didin û têdikoşin, civîn di sêrî de van hêzan silav dike, destek dike û pîroz dike.

• Civîn van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi yek dengî şermezar dike û li hember van êrîş û dagirkeriyê helwest digire û di her astî de biryara tekoşînê dide.

• Li hember dakirkeriya dewleta Tirk pêwîstî bi yekîtîyek xurt heye. Di vî warîde ji bo berxwedana Efrînê platformek berfireh hatîye avakirin û ev partî rêxistinên di vê civînê de hemî di palatforma Efrînê de endam in. Civîn ji Platforma Piştgirtina Berxwedana Efrînê daxwaz dike ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi giştî raweste, rol, xebata xwe û navê gora vê rewşa nû biguhere.

• Heta Platforma Efrînê xwe gorî vê pêşniyarê berçav re derbaz bike û formekî nû wergire, partî û rêxistinên vê di civînê de amade weke înîsiyatîfekî dijê dagirkeriyê, wê karên xwe bimeşînin.

• Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li hember vê dagirkeriyê bê deng nemînin û helwest bigrin.

• Civîn ji hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta navendî ya Iraqê daxwaz dike ku hewestek eşkere û ron li hember dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.

• Civîn ji dostên Kurdan û reya giştî ya navteweyî daxwaz dike ku dijê dagirkeriyê bê helwest nemînin û piştgiriya tekoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê bikin.

• Civîn çalakiyên dijî dagirkeriya dewleta Tirk destek dike, teybetî çalakiyên Mertalên Zîndî yên diçin herêma Qendîlê silav dike û bang li Kurdistanî û dostên Kurdan dike ku beşdarî van çalakiyan bibin.

• Hukumeta AKP’ê dagirkeriya li Rojava û li Başûr, her wiha hemî êrîşên dijê gelê Kurd weke parçeyek kampanya xwe ya hilbijartinê dibîne û dijî HDP’ê bi kar tîne. Civîn vê pêvajoya hilbijartinan de bang li gelê Bakura Kurdistanê û demokratên Tirkiyê dike ku di hilbijartinan de biçin ser sindoqan û piştgiriya HDP’ê bikin.’’