Îmzeyên li dijî dagirkeriyê radestî rayedaran hatin kirin

Parlementerê Iraqê Kawa Mihemed îmzeyên ku rewşenbîrên Başûrê Kursdistanê li dijî dagirkeriya Tirk kom kirin li gel daxwaznameyek pêşkêşî Serokkomarê Iraqê, Serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê û serokê parlementoyê kir.

Parlementerê Iraqê Kawa Mihemed îmzeyên ku rewşenbîrên Başûrê Kursdistanê li dijî dagirkeriya Tirk kom kirin li gel daxwaznameyek pêşkêşî Serokkomarê Iraqê, Serokwezîrê hikûmeta federal a Iraqê û serokê parlementoyê kir. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke cidî bê nîşandan.

ANF

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Iraqê yê ji koma Tevgera Goran Kawa Mihemed Mewlûd 891 îmzeyên dijî dagirkeriya Tirk radestê ofîsa parlementoya Iraqê ya Silêmanî hatibû kirin, pêşkêşê serokkomar, serokwezîr û serokê parlementoya Iraqê kir.

Kawa Mihemed îmzeyan li gel daxwaznameyeke bi îmzeya xwe xwe radest kir ku di têde îşaret bi gelek xalên girîng hatiye kirin.

Kawa Mihemed diyar dike, roj bi roj nerazîbûna welatiyên herêmê li dijî êrîşên ezmanî û bejahî yên Tirkiyê li ser axa Başûr zêde dibin û wiha dibêje, “Roj bi roj nerazîbûnên welatiyan li dijî êrîşên bejahî û hewayî yên Tirkiye ku li ser axa pêk tîne, zêde dibin. Gelê me hîn jî ji ber van êrîşan şehîd û qûrbanî didin. Lê me heya niha hewlesteke cidî û pratîkî ya hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta herêmê ya di vê derbarê de ne dîtiye. Berê jî hatibû daxwazkirin ev mijar bi awayeke vekirî, dibin sîwana parlementoyê de bêguftûgokirin.”

891 ÎMZE DIJÎ DAGIRKERIYÊ RADESTÊ ME HATE KIRIN

Kawa Mihemed têkildarî îmzeyên ku rewşenbîrên Başûr li dijî dagirkeriya Tirk radestê, ofîsa parlementoya Iraqê hatibû kirin jî wiha dibêje, “Me di van rojên dawiyê de pêşwazî li cemawerek ku ji nûnerên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk tên kir, ku lîsteyeke îmzeyan radestê me kirin. 891 îmze dibin sernavê ‘ji raya giştî ya herêmî û navnetewî re’ radestê me hate kirin. Ew şandeya ku me bi navê parlementerên Iraqê pêşwazî li wan kir, balê dikişînin li ser gelek xalên girîng.”

EM PIŞTGIRÎ DIDIN DAXWAZÊN WAN

Kawa Mihemed diyar kir ew piştgiriyê didin daxwazên wan û daxwaznameya xwe bi van gotinan bi dawî dike, “Em piştgiriya naveroka wan daxwazên ku ew pêşkêş kirin dikin. Em dixwazin bala we jî bikişînin li ser ew daxwaz û nerazîbûnên welatiyan. Em berpirsyarî û erkên netewî yên divê bên kirin dixwazin bi bîra we bixin, beriya ku ev mijar veguhere rewşeke mezintir û metirsîdartir.”

3’yê Tîrmehê însiyatîfek ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê 891 îmzeyên dijî dagirkeriya Tirk komkiribûn, radestê ofîsa parlementoya Iraqê kiribûn.

Piştî komkujiya Kortekê 52 parlementerên Iraqê daxwaz ji parlementoya Iraqê kiribûn li ser mijara dagirkeriya Tirk bicive. Her wiha 15 parlementerên herêmê jî îmze komkiribûn ji bo parlementoya herêmê li ser mijarê bicive.

Însiyatîfa rewşenbîran ku kampanyaya îmzeyan dabûn destpê kirin, lê heya niha bersiva daxwaza parlementereen herêmê û Iraqê ne hatiye dayîn. Rewşenbîrên ku îmze komkirine jî ji vê bêdengî û bêhelwestiya herdu parlementoya li hember daxwazên gelê herêmê nîgeranin.