Îmîr: Faşîzm ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Kurdan dike

Wekîla HDP'ê Nûran Îmîr anî ziman, faşîzm ji bo li ser piyan bimîne êrîşê dibe ser Kurdan û got, "Ya ku bi fermana Erdogan tê kirin, terora dewletê ya siyasî ye."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî partiya wan ji ANF'ê re axivî.

Îmîr bi bîr xist ku ji avabûna komarê û vir ve Kurd tên asîmîlekirin, gundên wan hatin şewitandin, bi 'kiryarên nediyar' hatin kuştin û got, tevî vê yekê jî gelan xwe li têkoşîna azadiyê girtin û eniyeke mûxalîf ava kirin.

Îmîr diyar kir, bi taybetî bi polîtîkaya 'têkbirinê' re ya sala 2015'an kete meriyetê, bi deh hezaran kadroyên wan hatin girtin û destnîşan kir, HDP li dijî koalîsyona AKP-MHP'ê ya şer, roj bi roj mezintir dibe.

Parlamenter Îmîr got, ya ku niha bi fermana Erdogan li dijî wan tê kirin, terora dewletê ya siyasî ye û wiha dewam kir: "Lê belê gel wê bi hev re vê atmosferê ji holê rake. Ji ber ku faşîzm roj bi roj bêhtir êrîş dike. Êrîşên ku vê dema dawî li Êlihê dest pê kirin, bi 9'ê Cotmehê re zêde bûn. Ev destwerdan ji rêzê nînin. Ji qezençkirin an jî windakirina şaredariyan wêdetir e. Ev yek hewldana wê yekê ye ku dixwaze desthilatdariya xwe li qada xwecihî bi cih bike."

Îmîr ragihand, mekanîzmaya dewletê li Kurdistanê têk çûye, hiqûq bi ti awayî bi cih nayê anîn û got, "Êdî veguheriye dewleta polîs. Ji bilî edliyeyan saziyeke din a vê dewletê naxebite. Em ê çarenûsa gelan radestî vê rejîmê nekin.

Ev rejîm, rastiya gelên ku li ber zilm û kiryarên antî demokratîk rabû, baş zane. Em di nava pêvajoyeke tarî ya kûr û rêk û pêk de ne. Lê belê girseyên bi biryar û xwedî bawerî hene ku dikarin vê pêvajoyê parçe bikin. Em ê van êrîşan weke firsendekê bi kar bînin û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Bila kes nekeve nava gumanan."