Îmîr a HDP'î: Gelê me di sala 2019'an de li dijî faşîzmê li ber xwe da

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr destnîşan kir, ku AKP'ê di sala 2019'an de bi tecrîd, dagirkerî û komkujiyan êriş kir, lê tevî vê yekê jî bû saleke ji berxwedana mezin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bûyerên di sala 2019'an de li Kurdistan û Tirkiyeyê qewimîn ji ANF'ê re nirxand.

Îmîr anî ziman ku wan saleke dîrokî li pey xwe hiştin û destnîşan kir, ji bo gelên li Tirkiyeyê pêvajoyeke miladî derbas kirin. Îmîr bi bîr xist ku sala 2019'an bi sazîbûna faşîzmê dest pê kir û ragihand, sala ku wan li pey xwe hişt di heman demê de saleke ji têkoşîna li dijî rastiya vê sîstema qirker bû.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Îmîr diyar kir ku ew sala 2019'an bi giştî dikarin weke saleke serketinê pênase bikin û got, "Ya ku bi wan paşde gav da avêtin û nehişt ku konsepta wan pêk were, civaka Kurdistanê bû ku bi rengekî biryardar têkoşiya. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hebû. Vê berxwedanê bi pêşengiya Hevseroka me ya KCD'ê û Parlamentera me ya HDP'ê ya Colemêrgê Birêz Leyla Guven dest pê kir û bi hezaran kes tevlî bûn."

BERXWEDANA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Îmîr got, "Di mijara tenduristiya Birêz Ocalan de fikarên cidî yên civakê hebûn. Her wiha ji ber ku destûr nehate dayin ku hevdîtin bi parêzeran û malbatê re bê kirin fikarên bi heman rengî hebûn. Diviyabû polîtîkaya tecrîdê bihata têkbirin. Ji ber ku tecrîd ne tenê li Girava Îmraliyê bû." Îmîr destnîşan kir ku ji ber vê yekê berxwedana greva birçîbûnê weke çalakiyeke serdemê cihê xwe di hiş û mejiyê civakê de girt.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ Û DARBEYA QEYÛM

Îmîr bi bîr xist ku yek ji rojevên sereke yên sala 2019'an hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bû û bi saya stratejiya HDP'ê bêhn hate ber Tirkiyeyê.

Îmîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên din ên HDP'î û destnîşan kir, bi desteserkirina îradeya Kurdan bi rêya qeyûman, gelan hemûyan dîtin ku hilbijartin çawa vediguhere amûreke têkbirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bi bîr xist û got, "Dema ku ji bo destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava hilbijartin tesadûfî nîne. Hûn jî zanin ku destwerdana rasteqîn a li Rojhilata Navîn di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komploya li dijî Birêz Ocalan dest pê kir. Çawa ku wê rojê planeke navneteweyî li dijî Birêz Ocalan di dewrê de bû, îro jî bi dagirkirina Rojava rewşeke bi heman rengî heye. Lê belê bila ji bîr nekin ku hêzên Kurd ên li Rojava bi çi rengî hêza tarî DAÎŞ têk birin."