Îmam Dede: Hegemonya emperyalîst li Îmraliyê ji hev ket

Hevserokê HDP'ê yê Xarpêtê Îmam Dede bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Hegemonya kapîtalîst û emperyalîst di pêvajoya Îmraliyê de ji hev ket."

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Xarpêtê Îmam Dede têkildarî tecrîdê û encamên wê axivî. Îmam Dede diyar kir ku tecrÎd dewama projeya gladyoya navneteweyî ye ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Îmam Dede got, "Xwestin ku pêşî li paradîgmaya Abdullah Ocalan bigirin ku li Rojhilata Navîn belav bûye. Tecrîd jî weke rêya dawî ya vê yekê dîtin. Bi vî zext û îzolasyon giran kirin. Ev proje li Pentagonê hatiye amadekirin, bi tevlîbûna Emerîka, Îngiistan Fransa, Yewnanistan û Tirkiyeyê hate meşandin. Hêzên emperyalîst beriya her kesî bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd hesiyan, lewma ketin dewrê."

Îmam Dede diyar kir ku hêzên welatparêz, demokratîk û sosyalîst ev proje gelekî derengî fêhm kirin û got, "Lewma pêvajoya heyî bu sêdem ku polîtîkayên girtiya partî û saziyan bên meşandin. Piştî ku Rêbertî dîl girtin hîn bi rehetî tevgeriyan. Dema ku ev kirin jî hewl dan têkiliya Rêbertî ya bi gel re bibirin. Hewl dan ku wî li wê derê tune bikin, birizînin. Lê belê paradîmayeke welê ya rêbertî heye ku nekarîn pêşî lê bigirin. Hegemonya kapîtalîst û emperyalîst di pêvajoya Îmraliyê de ji hev ket."