Îlonê gelek doz li rojnamevanan hate vekirin û ceza li wan hate birîn

DFG'ê ragihand meha Îlonê lêpirsîn li ser 6 rojnamevan hatiye destpêkirin, li ser 7 rojnamevanan doz hatiye vekirin, 27 sal û 3 meh dane 6 rojnamevanan.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Îlonê ya sala 2021'an ragihand.

Li gorî raporê meha Îlonê 50 rojnamevan ji ber nûçe û ramanên xwe derketine pêşberî dadgehan û 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6'an ji van birîne. 

DFG'ê cezayê RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê) û ya Lijneya Îanê ya Çapemeniyê bi bîr xist û got, ev jî nîşan dide ku sansûr çawa sazkar e. Têkilî cezayên li ser astengkirina malperên nûçeyan jî hate gotin, ''maf û azadî têne binpêkirin.''

Di raporê de hate bibîrxistin 9 malper hatine astengkirin, ajansa nûçeyan a jinan Jinnews, ku tekane ajansa nûçeyan a jinan e 5 caran hatiye astengkirin û ev jî kambaxiya rewşê nîşan dide.

DFG'ê diyar kir hê jî li girtîgehan gelek rojnamevan hene û xwest ku rojnamevanên girtî werin berdan.

Di raporê de hate gotin 63 rojnamevan halê hazir girtî ne, Îlonê 5 rojnamevan hatine destgîrkirin, 1 hatiye girtin, êrîş çûye ser 3 rojnamevanan, ragihandina nûçeyan a 15 rojnamevanan hatiye astengkirin, derheqê 6 rojnamevanan lêpirsîn dest pê kiriye, doz li 7 rojnamevanan hatiye vekirin, 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamevanan hatiye birîn. 

Bi berdewamî hate diyarkirin di 22 dosyayan de darizandina 50 rojnevan didome, li girtîgehê mafê 2 rojnevaman hatiye binpêkirin, cezayê îlan reklamê heta bi 100 rojî li 3 rojnameyan hatiye birîn, RTUK'ê ceza daye 7 qenalan, 28 jê yên nûçeyan, 37 malper hatine astengkirin, 7 rojnamevan ji kar hatine derxistin.