ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê êşkence li gundiyan hatiye kirin

ÎHD’ê û TÎHV’ê têkildarî êşkenceya ku li 8 gundiyên Mêrdînê hatine kirin agahî parve kir û ragihand, ku li Qereqola Jendermeyan a Mêrdînê êşkence û nêzîkatiyên xerab li gundiyan hatiye kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) rapora derbarê êşkenceya 16’ê Kanûna 2019’an de li 8 gundiyên ji gundê Şêb û Şêba Jor ên Mêrdînê hatibû kirin bi raya giştî re parve kir. Civîna eşkerekirina raporê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê û TÎHV’ê beşdarî civînê bûn û Cîgira Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman raporê xwend.

Saman da zanîn ku şandeya ÎHD’ê û TÎHV’ê bi mexdûr û xizmên mexdûran re hevdîtin pêk aniye û Walîtiya Mêrdînê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bersiv nedaye daxwaza wan a hevdîtinê. Saman anî ziman ku li gundan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û piştî qedexeyê 8 welatî hatine binçavkirin û şandeya wan li avahiya ÎHD’a Mêrdînê bi mexdûran re hevdîtin kiriye û di binçavan de êşkence li welatiyan hatiye kirin. Saman got eskeran li welatiyan dane û şûna êşkenceyê hebûne. Saman da zanîn ku rewşa heyî veguheriye serdema Esat Oktay a darbeya 12’ê Îlonê û mafên mirovan ji berê xerabtir tê binpêkirin. Saman diyar kir ku di hevdîtina wan de ya li gel mexdûran derketiye holê ku êşkenceyek giran li welatiyan hatiye kirin. Saman got, ew ê bibin şopdarê vê bûyera êşkenceya li welatiyan hatiye kirin û di vî warî de têkoşîna hiqûqî birêve bibin.