ÎHD: Li Wanê salekê herî kêm 1052 carî mafên mirovan hatin binpêkirin

Şaxê Wanê yê ÎHD'ê ragihand ku li bajêr di nava sala dawî de herî kêm 1052 carî mafên mirovan hatine binpêkirin, êşkence û êrîş hatine tespîtkirin.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Wanê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de li bajêr pêk hatine amade kirî li avahiya komeleya xwe eşkere kir. Serokê Şaxê Mehmet Karataş bal kişand ku bajar bi Rewşa Awarte (Rewşa Awarte) tê birêvebirin û destnîşan kir ku di bin navê "ewlekariyê" û "têkoşîna li dijî terorê" de polîtîkayên tundiyê tên hilberandin.

Karataş, da zanîn ku li bajêr di saleke dawî de herî kêm hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine. Di saleke dawî de di encama êrişên hêzên ewlehiyê yên di dema nûçeyan de 5 serlêdan wergirtine û wiha got: “Hate tespîtkirin ku derbarê kesên fikrên xwe anîne ziman de herî kêm 31 lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin. Herî kêm 31 welatiyên ku di yekeyên binçavkirinê û ji derveyî wê, di serdegirtina malan de û li kolanan û 8 girtî hatine îşkencekirin û rastî mûameleya nebaş hatine. Dîsa 9 welatî ji aliyê kesên ku xwe weke hêzên ewlehiyê dan naskirin ve bê qeyd hatine binçavkirin û bi lêpirsînê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. Li gorî agahiyên di organên çapemeniyê de hatin bidestxistin, 2 bûyerên îşkenceyê yên cerdevanan hatine tespîtkirin.”

Karataş, bi lêv kir ku têkildarî binpêkirina li dijî jin û zarokan herî kêm 32 binpêkirinên mafan pêk hatine. Karataş, da zanîn ku di saleke dawî de li bajêr herî kêm 794 kes hatine destgîrkirin.

Karataş, diyar kir ku têkildarî rûxandina goristanan 4 serlêdan wergirtine û wiha berdewam kir: “Xerakirin û rûxandina gorên mîlîtanên PKK’ê yên çi li jîngehên sivîl çi jî li çoltarê di şer de jiyana xwe ji dest dane ne bi hiqûqa mirovahiyê ne bi baweriya olî nikare were ravekirin. Ev helwest li dijî hiqûq û wijdanê xwediyên cenazeyan bi awayekî manewî diêşîne û mafên wan ên şîn û veşartinê binpê dike.”

Karataş destnîşan kir ku li bajêr herî kêm 12 xwepêşandanên civakî an jî civînên li derve rastî êrîşên polîsan hatine û ev tişt gotin: “Wekî ku me her tim anî ziman, binpêkirinên di jiyana me de tên kirin encama polîtîkayên şaş û xelet ên dewletê ne. Li dijî polîtîkayên şaş ên hikûmetê ku rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike, em ê bibin xwedî parastineke bi bandor. Bi vê rastiyê re em daxwaz dikin ku polîtîkayên rê li ber pêkhatina binpêkirina mafên mirovan vedikin bên terikandin, di dema herî nêz de dawî li hawira pevçûnê bê anîn û bi rêbazên çareseriya pevçûnan re çareseriya demokratîk a pêvajoyê ji nû ve bê muzakerekirin.”