ÎHD: Kapsula gazê ya ku pitik Mehmet pê hate kuştin, hate îmhakirin!

ÎHD'ê ragihand, kapsula gazê ya ku li Cizîrê ji aliyê leşkerekî ve hate avêtin û di encamê de Mehmet Ûytûn ê 16 mehî di hembêza dayika wê de qetil kir, hatiye îmhakirin.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî doza Mehmet Ûytûn ê 16 mehî daxuyaniyek da, ku 9'ê Cotmeha 2009'an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema ku di hembêza dayika xwe de şîr dimêt, bi kapsula gazê ya ji aliyê çawişê pispor Hakan Alkan ve hate avêtin, hatibû kuştin.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn li biryara dadgehê hate nîşandan ku 8'ê Sibatê di rûniştina destpêkê de ya li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye daxwazên ÎHD'ê belasebep hate redkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kapsula gazê ya ku delîlê herî girîng ê dosyayê bû, piştî ku hate xwestin ji bo lêkolîna zanyaran bê şandin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve kapsul hatiye îmhakirin.

Di daxuyaniyê de li ser rewşê wiha hate gotin, "Di astekê de ku hîn darizandin dewam dike, tunekirina delîlekî dosyayê ji aliyê wezîfedarên fermî ve û neqeydkirina vê yekê, nîşan dide ku rewşa bêcezahiştinê ya li Tirkiyeyê di kîjan astê de ye."

ÎHD'ê destnîşan kir ku bi navê Komeleya Mafên Mirovan ji bo lêpirsîn û dozên têkildarî mijarên bi heman rengî bi bandor bê meşandin, wê bi hemû hêza xwe têbikoşin.