ÎHD: Ji bilî avakirina rejîmeke demokratîk ti şansekî yê Tirkiyê tine ye

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan li Kongreya Giştî de axivî û got, “Ji bo guherîna karaktera rejîmê, li dijî rejîma ku înka dike ji bilî avakirina rejîmek demokratîk ya xwe

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Kongreya Giştî ya Asayî ya 20’emîn li Enqereyê li dar dixe. Piştî rêzgirtin û axaftinên destpêkirina kongreyê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn axivîn.

Turkdogan bi Kurmancî û Tirkî silav li beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Turkdogan bi rasthatina komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê qurbaniyan bibîr anî û got ew ê hesabê kuştina 104 kesan bipirsin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan bal kişande ser binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema Kovîd-19’ê de û got di serdema pandemiyê de diasta herî jor de mafê mirovan hatiye binpêkirin û serlêdanên ji bo binpêkirinê gelek wergirtine.

Her wiha Turkdogan bi bîr xist ku pêvajoya şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve li Tirkiyê didome û şer dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û mirov dibin qurbanî.

Turkdogan bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: “Şer her ku diçe berfireh dibe. Di bin navê qeyûman de îradeya kurdan hatiye desteserkirin. Siyasetmedar û yên hatine bijartin di zindnan de ne. Îqtidar ji bo ku mutefîkên xwe yên rojavayî qanih bike, hin pakêtên reformê eşkere kir. Meha ku Bernameya Mafê Mirovan ji aliyê îqtidarê ve hat eşkerekirin, ez hatim binçavkirin. Ceza li hevalê me Racî û hevalên din birîn. Bi rastî jî karê me zor e. Divê dîsa jî em têkoşînê xurt bikin. Pirsgirêka kurd heye. Kes nikare înkar bike. Pêdiviya Tirkiyê bi çareseriya rasteqîn heye. Divê Tirkiye pirsgirêka kurd qebûl bike û muzakere û diyalogan bike. Meseleyê bi muxatabên wê re çareser bike. Çi dibe bila bibe şansek Tirkiyê ku pirsgirêka kurd çareser neke nîne. Tu şansek din nîne ku li Tirkiyê rejîma demokratîk neyê eşkerekirin. Pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye. Bar dikeve ser milê tevger û muxalefetê jî. Divê ew jî bi rola xwe rabin.”

Turkdogan nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşr a li Rihayê jî silav kir û got ew wek ÎHD’ê rêzê ji çalakiya malbatê re digirin. Her wiha destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û heta her kes bigihîje mafê xwe wê têkoşîna wan a mafê mirovan, edalet û aştiyê berdewam bike.

Piştî axaftinan kongreyê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştî axaftin û nîqaşan û pêşkêşkirina raporên malî û xebatê wê rêveberiya nû were bijartin.