ÎHD: Em bi Dayikên Şemiyê re ne

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî vekirina doza li hemberî Dayikên Şemiyê da û beriya rûniştina di 25’ê Adarê de peyama hevgirtinê da.

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî vekirina doza li hemberî Dayikên Şemiyê da û beriya rûniştina di 25’ê Adarê de peyama hevgirtinê da.

Di 25’ê Tebaxa 2018’an di hefteya 700’an a çalakiyên Dayikên Şemiyê de, polîsan piştî ku şîddet li dayikan kiribû ew destgîr kiribûn û doz li dayikan hatibû vekirin. Şaxa Amedê ya ÎHD’ê beriya rûniştina doza li ser dayikan li avahiya şaxê civîneke çapemeniyê da.

Hevserokê ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn diyar kir ku ew bi Dayikên Şemiyê re û got, “Qada Galatasarayê û Bîrdariya Koşûyolû ya me gişan e û em ê li wan qadan têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.

Endama Komîsyona Xizmên Windayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê parêzer Gûrbet Ayaz daxuyanî xwend û diyar kir ku çalakiyên Dayikên Şemiyê li Stenbolê di hefteya 835 û li Amedê jî di hefteya 633’an de didome. Ayaz got “ Di lêgerîna edaletê de zext û astengkirin gelekî zêde bû. Gelek caran şîddet hate kirin, hatin destgîrkirin û hatin girtin, lê dev ji têkoşîna xwe bernedan.”

Ayaz diyar kir ku rûniştina pêşîn wê di 25’ê Adarê de saet di 13.00’an de Edliyeya Çaglayanê pêk were û got “Em Şaxa Amedê ya ÎHD’ê em li ber têkoşîna mafdar a dayikan kemberbest dibin. Heta ku edalet pêk were em ê qala mafdarbûna vê têkoşînê bikin.”