ÎHD’ê têkildarî girtîgehên Wanê raporek weşand

Şaxê Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajêr raporek amade kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Wanê kirin rapor û bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Komeleyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet, rêveberên komeleyê Servet Ertak û Prz. Mehmet Karataş di civînê de amade bûn. Prz. Karataş, diyar kir ku girtîgehan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û li Girtîgeha tîpa F, di dîroka Tirkiyeyê de pêngavek nû ava dike. Prz. Karataş, anî ziman ku piştî derbasî pergala Tîpa F bûn êdî têkiliya girtiyan a bi terve re bi timamî hat qutkirin û wiha got: "Girtî bi temamî ji axê hatine dûrxistin. Her tem bi temamî beton e. Dîwarên hewşa wê pir bilind in û rojê nabîne. Her 3 kes di odeyên hatine îzolekirin de dijîn. Bernameyên civakî pir pir kêm in. Di vê pêvajoya ku hêj girtîgehên Tîpên F, Ewlehiyên Bilind û Tîpên T tên avakirin, niha jî pergala kampusê dixin meriyetê. Em ji vê yekê re dibêjin girtîgeha di nava girtîgehê de. Pergala girtîgehên Kampusê di 10-15 salên dawî de ketin meriyetê. Ev bi serê xwe binpêkirina mafan e. Bi vê yekê tecrîd bêtir hişk kirine.

Karataş, anî ziman ku di 18'ê Sibatê de li Girtîgeha Tipa T a Wanê bi Medya Aslan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Ferhat Sayıner û Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi Ergin Balda re hevdîtin kiriye.

Karataş da zanîn ku li gorî hevdîtin û çavdêriyê ev tespît kirine;

“Li hersê girtîgehan pirtûk, kovar û rojname bi sînor kirine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Girtiyan di dema wan de naşînin revîrê. Girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin. Mafê girtiyan ê telefonê tê astengkirin. Xebatên hevpar ên spor û sohbetê tên bisînorkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di 14'ê Sibata 2020'an de 2 kawîşên jinan bi zorê kirine yek. Piştî kawîş kirin yek 16 girtî dimînin. Di demên pêş de dema hêjmar zêde bibe dê pirsgirêk jî zêde bibin. Dema kawîş kirin yek hemû alav û amûrên wan di lêgerînek pir dijwar re derbas kirin û zerar dan alavan. Piştî çûn kawîşa nû, rêveberiyê heta 4 rojan batanî û lihef nedan wan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind radyoyên girtiyan kom kirine. Mafê wan ê ragihandinê binpê dikin. Li heman girtîgehê malzemeyên girtiyan ên ji kantînê stendine dîsa ji destê wan kom kirine. Li odeyên 3 kesan dema girtî televîzyonê distîne tenê li ser navê kesekî qeyd dikin û dema ew qes jî serbezt tê berdan ango sirgûn dibe, rêveberiya girtîgehê televîzyonê ji wan distîne. Girtiyên ku cezayên wan kêmî salekê mabin dema dixwazin sewq bikin ev daxwaza wan tê redkirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê pergala qafesê pêş dixin. Li heman girtîgehê, pereyên ku li ser navê malbatê naşên şandin, bi hinceta malbatê neşandiye dest datînin ser pereyan. Dema porên girtiyan jê dikin li salona ne paqij porê wan çê dikin. Bijîşkê girtîgehê tenê hefteyê du rojan û her carê nîv rojê li girtîgehê dimîne. Berî her tiştî mafê girtiyan ê zagonî tê sînorkirin. Bi taybetî zext û tundiya li ser girtiyan zêde bûye. Li dervê zagon û hiqûqê girtiyan ceza dikin.Bêyî biryara dadgehê u dozgeriyê hebe pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan."