ÎHD’ê roja zarokan pîroz kir

ÎHD’ê Roja Mafên Zarokan pîroz kir û daxwazên ji bo zarokan diyar kir.

Komîsyona Zarokan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi wesîleya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “Li Tirkiyeyê her cure şîddet li ser zarokan heye. Şîddeta herî mezin jî ya binpêkirina mafê jiyînê ye. Ji ber vê jî têkoşîna ji bo mafên zarokan gelekî dijwar dibe.”

QEBÛLKIRINA DANEZANÊ

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Neteweyên Yekbûyî ya ku Tirkiye jî endamê wê ye, di 20’ê Mijdara 1959’an de ‘Danezana Mafên Zarokan’ qebûl kiriye. Piştî vê danezanê bi qasî 30 sal şûnde Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Peymana Ji Bo Mafên Zarokan amade kiriye û pêşkêşî welatan kiriye. Ji nav 195 welatan, 193 welatan ev danezan qebûl kirine. Tirkiyeyê jî di sala 1990’î de ev danezan îmze kiriye û di sala 1995’an de ev danezan xistiye meriyetê.”

DAXWAZ

ÎHD’ê Roja Mafên Zarokan pîroz kir û ev daxwaz kir:

“-Li girtîgehên Tirkiyeyê şîddet, tacîz û tecawiz li zarokan tê kirin. Divê girtîgehên zarokan werin girtin!

-Ji ber ku hin zarok tevî diya xwe dikevin girtîgehê, divê rêyeke din ji vî tiştî re were dîtin!

-Diyarkirina fikr û nêrînan mafê beşdariyê yê zarokan e, divê astengiyên li pêşiya vî mafî were rakirin!

-Divê tevdîrên ji bo zarokên ku îstîsmar li wan tê kirin were kirin û sûcdarên ku îstîsmarê dikin divê werin cezakirin!

-Divê ji bo zarokên karker têkoşîn were kirin û pêşiya vî tiştî were girtin.

-Divê mafê zarokan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ,belaş, laîk û zanistî were avakirin!

-Ji bo ku zarok karibin fikr û bawerî û çanda xwe bijîn, divê şertên pêwist werin avakirin!

-Mafê jiyîn, perwerdehî û tendirustiyê yê zarokên ku mexdûrên şer in divê bi lezgînî were bicihanîn!”