ÎHD: Êşkence li girtiyên Xarpêtê tê kirin

Şaxa Komeleya Mafên Mrovan (ÎHD) a Amedê derbarê rewşa girtiyên di girtîgeha Xarpêtê de rapor amade kir û da zanîn ku girtiyên siyasî nayên dermankirin û dikevin ber lêpirsînê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora ku di der barê rewşa girtiyên li Girtîgehên Tîpa 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind ên Xerpêtê de amade kirin, li avahiya komeleyê bi çapemeniyê re parve kirin. ÎHD'ê bi sernavê, “Rapora Lêkolîn û Tespîtan a Girtîgeha Xarpêtê" parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê li ser hemû qadên jiyanê serdestiyê pêş dixe û wiha got: "Li Girtîgehan jî girtî rastî tundiya serdsetiyê ya hişk tên. Girtî ji ber sekna xwe ya polîtîk rastî pêkanînên taybet ên girtîgehê tên. Hem ji civakê tên îzolekirin û hem jî li girtîgehê rastî îşkenceya bi rêk û pêk tên. Girtî ji ber rastî zextên dermankirina bi kelepçe tên, nikarin ji mafê xwe yê dermankirinê sûdê bigirin.” 

BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN HATIN TESPÎTKIRIN 

Rapora piştî lêkolînê hat amadekerin, Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Gurbet Yavuz bi çapemeniyê re parve kir. 

Yavuz got: "Şandeya me di lêkolînê de gihişt baweriya ku girtî rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Rastî gefan hatine. Di bin tecrîd û izolâsyonê de tên girtin. Mafê wan ê tenduristî, ragihandin, çandî û civakî tê asteng kirin. Dîsa mafê wan ê ragihandin û parvekirinê ji destê wan hatiye girtin. Şandeya me gihişt wê encamê ku girtî ji ber fikrên xwe yên siyasî rastî binpêkirina mafan tên û ev mafê wan ên zagonî ji destê wan tên girttin. Pirtîkên ku nehatine qedexekirin û der barê wan de biryara komkirinê tune be jî dîsa nadin girtiyan. Îdareya girtîgehê bi awayekî keyfî tev digere. Mafê azadiya agahdariyê ji destê wan distîne. Girtî rastî cezayê dîsîplînê û lêpirsînê tên." 

BINPÊKIRINA MAFAN BERIYA REWŞA AWARTE Û PIŞTÎ WÊ BERDEWAM IN 

Yavuz, bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên tespît kirine û wiha pêde çû: "Şandeya me tespît kir ku binpêkirina mafan a beriya rewşa awarte û piştî wê jî berdewam kirine. Hem dozgeriya komarê ya Girtîgehê, hem jî rêveberiya girtîgehê tedbîr negirtine. Binpêkirin bi rêk u pêk berdewam dikin. Yên mafan binpê dikin nayên cezakirin. Em bang li Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiye û Wezareta Dadê dikin ku gavan bavêjin û em van pêşniyaran dikin: 

-Em berî her tiştî dixwazin ku rejîma înfazê ya Tirkiye li gorî polîtîka û peymanên navneteweyî tev bigere. 

-Em dixwazin rêveberiyên girtîgehan dawî li îşkenceya li ser girtiyan bînin. 

-Divê bi lez tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan bi dawî bikin. Divê şertê jiyana mirovahî bê avakirin. 

-Divê mafê girtiyan ên tenduristiyê bê dayîn û astengiyên li ber dermankirinê bên rakirin. 

-Divê li Girtîgehên Tîpa 1 û 2 di derbarê personelên li dijî girtiyan tevlî sûc bûne, bên darizandin. 

-Divê ji bo şandeyên serbixwe yên navneteweyî karibin li girtîgehê lêkolîna serbixwe amade bikin. Divê hikûmet gavan bavêje û derî li şandeyan veke. Em dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe ya zagonî û li gorî peymanen navneteweyi pêk bîne."