Îddîanameya Tahîr Elçî temam bû

Îddîanameya li ser qetilkirina Tahîr Elçî piştî 5 salan hate amadekirin. Ji bo polîsên qatil cezayê girtîgehê ya ji 2 salan dest pê dike, hate xwestin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî dida, ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Îddîanameya li ser qetilkirina Elçî piştî 5 salan temam bû. Îddîanameya ji 41 rûpelan pêk tê, piştî lêkolîna 5 salan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate temamkirin. Di îddîanameyê de kuştina polîsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdûr û kuştina Elçî kirine yek.

Di îddîanameyê de hate diyarkirin ku ‘Gumaneke zêde ya sûc a polîsan heye’. Di îddîanameyê de ji polîsên bersûc M.S., F.T., û S.T. ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

JI BO YAKIŞIR JÎ 3 CARAN MUEBBET

Di îddîanameyê de ji bo Ûgûr Yakişirê ku tê diyarkirin PKK’yî ye ji îddîayên cihê 3 caran muebeta giran û 45 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.