Êzidiyan bi wesîleya cejnê berê xwe dan goristanên şehîdan

Xelkê Şengalê bi wesîleya cejnê serdana goristana şehîdan kir.

Li Şengalê Cejna Qurbanê ku wekî ‘Cejna mezin’, ‘Cejna heciyan’ jî tê zanîn, îro tê pîrozkirin. Bi boneya cejnê malbatên şehîdan û xelkê Şengalê şevê din, bi hevre serdana goristana şehîdan kirin û xêra miriyan belav kirin.

Xelkê Şengalê beriya ku cejna hev pîroz bikin, çûn Goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li ser Çiyayê Şengalê û li ser gorên şehîdên berxwedana Şengalê yên ji çar perçeyên Kurdistanê mum pêxistin. Her wiha ji bo bîranîna şehîdan xêr hat belavkirin.

Êzidiyên Şengalê piranî di vê rojê de li gor Hesabê Mergehê cejna xwe pîroz dikin lê beşek, ji êzidiyên Şengalê û Êzidiyên Şêxan wê sibe li gor hesaba Laleşê cejna xwe pîroz bikin.