'Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nake'

Ji rayedarên Meclîsa Xweser a Şengalê Faris Herbo diyar kir, ku hêzên Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin, li şûna ku lêborînê ji Êzidiyan bixwazin, hewl didin rêxistiniya heyî ya Şengalê belav bikin û got, "Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nakin."

Demên dawî li Şenglaê gelek bûyer diqewimin. Li aliyekî êrîşên balafirên dewleta Tirk ên li ser herêmê, li aliyekî peymana di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de; li aliyê dîtir bertekên sazî û dezgeh û gelê Şengalê, nerazîbûn û xwepêşandanên gel hwd. li herêmê rojeveke germ heye. Herî dawî şandeyeke ji nûnerên saziyên Şengalê û rûspiyên Şengalê pêk dihat di derbarê geşedanên dawî de bi şandeya serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî re rûnişt û dosyayeke ji 18 xalan pêk dihat radestî şandeyê kir. Me ev mijar û gelek mijarên dîtir ji endamê şandeyê û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Xweser a Şengalê Faris Herbo pirsîn:

'LI HERÊMÊ ŞEREKÎ HEBÛN TINEBÛNÊ TÊ KIRIN'

 "Dema mirov di dorhêla Rojhilata Navîn de binêre, ev demeke weke we gotî herêm germe, gelek geşedan pêk tên. Li herêmê guhertinên siyasî, leşkerî û hwd. pêk tên. Sedema vî şerî li Rojhilata Navîn pêk tê ew e ku hinek hêz bên belavkirin, hinek hêz bên çêkirin; hinek hêzên heyî hêz û qada serweriya xwe zêde bikin. Ango li herêmê şerekî hebûn û tinebûnê pêk tê. Ev şer ji sala 2011'an heta roja îro tê meşandin. 

Heta heyama 'Xilafeta DAÎŞ'ê' gelek hêzên terorîst ên cûr bi cur hatin avakirin û bi ser herêmê de hatin şandin. Lê piştî dawîlêanîna DAÎŞ'ê, bêtir ev şer veguherî şerekî siyasî, aborî û bi vî awayî zext li ser herêmê tê kirin. Zextên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên dîtir, nîşaneya berçav a vê ye. 

DAÎŞ li vê herêmê bi destê hêzên Kurdî hat tinekirin lê belê îro dema dor tê gihaştina mafên xwe, hêzên herêmî yên di bin serpereştiya Tirkiyeyê de li ser maseyê çareseriyê naxwazin mafê gelan nas bikin. Dixwazin destketiyên hatî bi destxistin jî, ji destê wan bên derxistin. 

Bi heman awayî çawa zext li ser Rojava tê kirin, li ser Başûrê Kurdistanê jî sê qat zext tên kirin. Rojane êrîşên siyasî, leşkerî û aborî li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin.

Heta hilbijartina DYE'yê di polîtîkaya wê ya herêmê de şerekî aborî derdiket pêş. Bi guhertina hikûmeta Donald Trûmp re, her kes çav li rê ye ka wê DYE siyaseteke çawa li herêmê bimeşîne û teyîsîna vê çawa bide Iraqê; mijara mereqê ye ka wê bi Şîan re bi Sûnniyan re, bi Kurdan re têkiliyeke çawa deyne. Hêzên herêmê di vê wateyê de xwe li benda Emerîkayê hiştine ka bibe xwedî nêzikatiyeke çawa?

Bêguman ev siyaset û nêzikatiyeke gelek şaş e ku çavên mirov li dewleteke dîtir be ku bibe xwedî polîtîka û rêveçûnekê. Ev jî lawazî û bê basîretiya van hêzên navborî, nexasim jî Iraqê nîşan dide hinekî.

'ASÛNA IRAQÊ XWEDÎ ROLEKÎ DIYARKER E'

Iraq ji aliyê siyasî, leşkerî, erdnîgarî ve xwedî asûneke gelek girîng e. Di navenda Rojhilata Navîn de ku bi dewletên Îran, Tirkiye, Sûriye, Erebistana Siûdî, Urdun, xwedî sînor e. Dîsa bi riya deryayê digihije heta Deryaya Spî. Ango qadeke gelek girîng a jeostratejî-jeopolîtîk û bazirganiyê ye ji bo tevahiya cîhanê. Ligel DYE, Ewropa, gelek şîrketên bazirganiyê yên Çînê li qadê hene.

Ji ber vê girîngiya xaka Iraqê cîranên Iraqê li ser wê şereke mezin ê ji her alî ve didin meşandin ku bêtir serweriya xwe li ser çêbikin. Ji be vê asûna xwe ya herêmî û navneteweyî dixwazin bixin bin berjewendiyên xwe.

'LI IRAQÊ QEYRANEKE KÛR A ABORÎ SIYASÎ Û CIVAKÎ HEYE'

Lê belê Iraq bi xwe di nav xwe de qeyran û aloziyeke kûr a civakî, îdarî, leşkerî û aborî dijî. Weke tê zanîn, aboriya Iraqê piranî li ser petrolê bû, bi ketina biha û nirxê petrolê, ji aliyê aborî ve Iraq pêvajoyeke gelek zehmet re derbas dibe. 

Ji aliyê siyasî û îdare ve parçeyî ye. Nakokî û lihevnekirinên ciddî yên eniyan hene û wisa dixuyê ku bi feraseta heyî zû bi zû jî nikare xwe ji vê rizgar bike. Çimkî nakokiyên heyî, nakokiyên hizban ên li ser berjewendiyên takekesî û hizbî ne. Ji bo aramî û firehiya giştî ya welat nîne. Di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de şereke ciddî yê siyasî, îdarî, aborî, erdnîgarî hwd. tê dayîn. Belkî ev şer ne eşkere bê kirin lê belê ji têkilî, danûstandin û rewşa welat a heyî vê kambaxiyê radixe ber çav.

Rageşî û nerazîbûnên gel ên li Başûrê Kurdistanê heyî jî çavkaniya xwe ji vê alozî û qeyrana di navbera her du hikûmetan de heyî digire. 

Tevahiya van geşedanan rasterast bandora xwe li ser Şengalê jî dike. Ji sala 2003 heta 2014'an herêma Şengalê ji aliyê hikûmeta Hewlêr û Bexdayê ve weke herêmeke mişterek, weke îdareyeke hevbeş hate rêvebirin. Lê mixabin di nava van 15 salan de tiştek ji Şengalê re zêde nehate kirin. Hem her du hikûmet jî xwedî lê derdiketin, lê belê dema dihat xizmet û berpirsyariyên li hemberî civak û herêmê, her yekî ji yê dîtir re dihêla û herêm dima halê xwe de. Yê ku berdêla vê dayî jî ne her du alî, xelkê Şengalê bû. Hem bûyer û karesatên beriya 2014'an hem jî fermana pêk hatî, çavkaniya xwe ji vê siyaseta xemsar û bê berpirsyar a her du aliyan digirt.

'BI BERXWEDANA ÊZIDIYAN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ NEKET DESTÊ DAÎŞ'Ê'

Di karesata 2014'an de ku li ber çavê cîhanê pêk hatî, hewce nake em dubare bikin; her kesî dît ka kî çi kir, kî herêm parast, kî berda… Wê demê 12 hezar hêzên leşkerî hebû. Bêyî ku fişekek bê teqandin Şengal û gelê wê bi hovîtiya DAÎŞ'ê re rû bi rû hat hiştin. Ne Iraqê, ne jî hêzên bi ser PDK'ê ve, gelê Şengalê neparast, nekarîn biparêzin. Dema ku wan nekarî, gelê Şengalê bi xwe xwe parast. Bi pêkhate û rengên xwe ve hêzên xwe yên berxwedanê çêkirin, sazî û dezgehên xwe yên medenî çêkirin ku karibe îdareya civaka xwe bike û li dijî hovîtiya heyî xwe biparêzin da ku nekevin destê DAÎŞ'ê. Bi hebûna Êzidiyan û berxwedana wan hişt ku Çiyayê Şengalê nekeve destê DAÎŞ'ê. 

Piştî pêvajoya berxwedana roj bi roj, sal bi sal û ewqas bedelan xelkê Êzidî yên ji ber zilma DAÎŞ'ê ji warê xwe derketî, vegeriya ser erda xwe. 

Piştî ewqas karesat, êş û jana vê civaka birîndar û xembar divê di serî de PDK û hikûmeta Iraqê her kesî rêz nîşanî Êzidiyan û nirxê wan bida. Divê lêborîna xwe jê bixwestana û bigotana ‘me nekarî we biparêzin, we xwe rêxistin kir, em ê we destek bikin! Bila hêzeke Êzidiyan çêbe, hem ji bo perwerdê, hem jî ji her alî ve em ê piştgirî bidin wan. Em ê wan çekdar bikin, bûdçe bidin..' hwd. Ne ku tu bê û yê heyî jî xira bikî! 

'ÊZIDÎ NE ÊZIDIYÊN 2014'AN IN KU DESTHILATDARIYA KESÎ LI SER XWE RE QEBÛL BIKIN!'

Lê divê her kes vê baş fêm bike; keç û xortên di nava gelê Êzidî û pêkhateyên Şengalê de derketî, xwe ji aliyê leşkerî, îdarî, siyasî û hwd de xwe rêxistin kirî, ne xelkê beriya 2014'an e. Êzidî, ne Êzidiyên 2014'an in ku kesî li ser xwe re qebûl bikin! Êzidî ne ew êzidiyên ku wê siyaseta bûye sedem ku 7 hezar keç, dayikên wan ketî destê dijminan û li sûkan bête firotin in. Ev careke dîtir bi ti awayî ne gengaz e. 

'ÊZIDÎ BÊXIRETIYÊ QEBÛL NAKIN!'

Em xwe û civaka xwe baş nas dikin, Êzidî bêxiretiyê qebûl nakin. Lê belê ev 6 sal e beşeke civaka me li kampên Başûrê Kurdistanê dîl hatine girtin. Di girtîgehên servekirî de, bi têlên rêsayî dora wan hatiye pêçan. Xelkê me yê di wan kampan de, tu destûr nadê ku biçe sûkê, lê bi gef û zextan zor lê dikî ku li dijî îradeya li Şengalê pêk hatî bimeşe. Dibêjî korona heye lê bi zorê civakê li hev kom dikî ku li dijî miletê Şengalê bimeşe! 

Êzidiyên ku heta niha vegeriyayî, ne bi desteka hikûmeta Hewlêrê, ne ya Bexdayê û ne jî ya hêzên navneteweyî, bi derfetên xwe bi xwe vegeriyan Şengalê. Heke îradeya niha li Şengalê heyî heke ew navenga aramî û bi ewle çênekiribûya, xedemata pêwîst nekiribûya, dîsa Êzidî venedigeriyan Şengalê. Êzidî bawerin, bi çavê xwe dibînin ku Şengal bi aram e lewma vedigerin. 

Lewre her du aliyên ku peyman li ser Şengalê çêkirî, vegera xelkê Êzidî ya li Şengalê tehemûl nekirin û bi lez û bez 9'ê cotmehê li dijî xelkê Şengalê hate çêkirin. Di vê tifaqa Bexda-Hewlêrê de rola Neteweyên Yekbûyî û hinek dewletên Ewropayê jî diyarker bû.

Ev peymana navborî li ser sê xalan hat çêkirin: 

Xala îdarî ku di nava xwe de çend xalan dihewîne: guhertina Qaymeqam, guhertina mudur nehiya û guhertina berpirsyarên sazî û dezgehên Şengalê.

Xala ewlekariyê. 

Xala sêyem avadankirina Şengalê û vegera koçberan.”

SIBE: Peymana hatiye çêkirin, vîna civaka Êzidî ya azad dike armanc