Êşkenceyên li Wanê hatin protestokirin

Êşkenceyên li Wanê tê kirin ji aliyê partiyên siyasî û nûnerên TSK’ê ve hatin protestokirin.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê, Palatforma Parêzvanên Azad (OHP), Komeleya Mafê Mirovan a Şaxê Wanê (ÎHD), Platforma KESK’ê ya Wanê, Platforma Jinan a Axtamara, Însyatîfa Mabatên Hikûmxwarî û Girtî bi daxuyaniyeke hevp»ar li pêşiya Edliyeya Şahîn a Wanê êşkence şermezar kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Hevserokê DBP’ê ya Wanê Okkeş Kawa, Parlemeterên DHP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muarta Saricaç, Parlemeterê Antalya Kemal Bulbul, Endamên HDP-DBP’ê , OHP, ÎHD, KESK, Paltforma Jinan a Axtamara û Malbatên Hikûmxwarî û Girtiyan amade bûn.

ÇI BI SERÊ WAN HAT?

Endamê OHP’ê Bayram Kaval di daxuyaniya çapemeniyê ya li Şaxa ÎHD’ê ya Wanê hate lidarxistin axivî û got: “Di encama serdegirtina hêzên ewlekariyê de ya li ser Taxa Yalimerez a navçeya Îpekyolû ya Wanê ku di dîroka 14.7.2018’an de Ayfer Şahîn, Abdulbakî Şahîn, Ayhan Şahîn, Fettûllah Şahîn, Şehîrban Mamûk, Abdullah Şahîn û Dîlan Gorur 4 rojan li Şaxê TEM’ê yê Wanê û Şaxê Zarokan hatin destgîrkirin. Du ji kesên hatibûn destgîrkirin jî zarok bûn. Di nava 4 rojan de ev kes hatin êşkencekirin û zextên mezin lê hatin kirin.”

Kaval bibîr xist ku di serlêdana bi parêzerên Abdulbakî Şahîn (56) re kirî diyar kir ku êşkence li wan hatiye kirin, hestiyê ranê wî deriziye.

Kaval got: “Hêzên ewlekariyê di dema operasyona serdegirtinê de dijûn û gef li wan kirine. Tevî ku bav Abdulbakî Şahîn dema ji hêzên ewlekariyê re gotiye çavê wî proteze bi zanabûn polîsan bi pehînan li çavê wî dane. Di rapora dosyaya Şahîn de êşkence lê hatiye kirin li xwe digire.”

Kaval diyar kir ku polîsan ji dayika Ayfer Şahîn (46) re jî gotine: ‘Em ê serê we bi perçiqînin, em ê we tevan bikujin’ gef li wan kiriye. Kaval got: “Dayika Şahîn di dema lêgerîna malê û emniyetê de bi dehan car hatiye êşkencekirin û behîn li serê wê hatiye dayîn. Bi porê wê girtine û serê wê li erdê dane. Ji ber êşkence û lêdanê li ser laşê wê şopên êşkenceyê hene. Ji ber lêdanê nedihate naskirin û ji ber êşkenceya dijwar di çawê wê de kêmbûn derketiye pêş.

Her wiha Kaval xuya kir ku Fettûllah Şahîn ê 17 salî jî ji aliyê 15 polîsan ve hatiye lêdan û serê wî ji 3 cihan hatiye şikandin, her wiha Abdullah Şahîn ê 18 salî jî hatiye êşkencekirin. Kaval got, Ayhan Şahîn (22) û Şehrîban Mamûk (25) jî bi heman awayî hatine êşkencekirin.

Dîsa Dîlan Gorur a 16 salî jî li Şaxa Şarokan dema destgîrkirî ji aliyê hinek ji kesên ji şaxên din hetibûn bi destavêtinê hatibû gefkirin.

'EM QEBÛL NAKIN'

Kaval herî dawî ev tişt got: “Em bi ti awayî ev kiryarên deveyî mirovahî, êşkence û rûmeta mirov dişkîne qebûl nakin. Heta edalet pêk were em ê li ber xwe bidin û şopdarê wê bin.”