Êşkenceya cesedên parçekirî li malbatan dikin

Gerîlayên HPG'ê ku di şer de şehîd dibûn li gorên komî têne veşartin, cesedên parçekirî şanî malbatan didin, hovîtiyê bi wan didin jiyîn.

Li Goristana Zevya ya Sêrtê 14 gorên ku nasnameyên wan nediyar hene. Li gorî kanên xwecih cenazeyên gerîlayên HPG'ê hene ku li herêma Herekolê û navçeya Baykanê 20-28'ê Îlonê di şer de şehîd bûbûn û hatibûn veşartin. Li ser kêlên goran tenê dîroka şehîdbûnê û nimro hene. Her çendî rayedar li malbatê şehîdan geriyabin û gotibin, ''werin bistînin'' jî, heta niha ti cenaze nedane malbatan.

Nûnera Sêrtê ya MEBYA-DER'ê Leyla Ozalp ji Ajansa Mezopotamyaê re axivî û got piştî ku 28'ê Îlonê li Herêma Herekolê 5 gerîlayên HPG'ê şehîd bûne rayedarên leşkerî agahî dane, ji bo 5 cenazeyan bang li 15 malbatan kirine, lê ji van malbatan kesî jê cenaze nestandine. Ozalp her wiha got 20'ê Îlonê li herêma Milê Miskê ya Baykanê şer derketiye, 3 gerîla şehîd bûne û li ser vê bang li malbatan kirin ku werin qereqolê.

Ozalp diyar kir ji bo teşhîskirina şehîdan agahî dane malbatan lê nehiştine ku malbat cenazeyan teşhîs bikin. Ozalp got, ''Bang li malbatan dikin lê nahêlin testa DNA'yê jî bikin .Piştî ku 3 rojan li morgê têne hiştin li goristana bêkesan têne hiştin. Li vir mebest ew e k êşkenceyê li malbatan bikin. Cenazeyên parçebûyî şanî malbatan dikin .Ji hinan re dibêjin,''cenaze yê weye, werin bibin'' û dema ku diçin jî dibêjin, ''cenaze ne yê we ye'', wee ku tinazê xwe bi wan bikin wan dişînin.''

Ozalp her wiha diyar kir li bara vê nîşandana cenazeyên parçebûyî bi hin malbatan re travma çêbûye, dîsa ji malbatan re gotine 3 cenazeyên parçebûyî di poşêtekî reş de li eynî goristanê hatine veşartin. Ozalp got heta niha li goristana bêkesan 20 cenaze hatine veşartin, malbatan 6 jê teşhîs kirine lê hê jî 14 cenaze hene.