Êşkence li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê kirin

Êrişên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde dibin. Li Mereş û Amedê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn, êşkence û kiryarên xerab li wan tê kirin.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, berxwedana girtiyan a di greva birçîbûnê de ne dewam dike. Greva birçîbûnê di roja 230'î de ye. Êrişên li dijî girtiyan zêde dibin.

Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L Hejmara 1'ê ya Turkoglû ya Mereşê, tundî û kiryarên xerab li girtiyan hate kirin. Girtî Baran Gul bi rêya telefonê ji bavê xwe Îlyas Gul re qala van kiryaran kir. Baran Gul got, "Ji ber ku em di greva birçîbûnê de ne, gardiyanan li me xistin, kiryarên xerab kirin. Em xistin ber lêpirsîna dîsîplînê û cezayên hucreyê li me dibirin. Hefteyeke ez di hucreyê de me. Gelek heval mîna min hene. Ji ber ku nexweşiya gurçikê bi min re heye, xwîn ji destava min tê. Me nabin nexweşxaneyê. Heta ku tecrîd û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind Hejmara 1'ê ya Amedê, yek ji 50 girtiyên hatibûn sirgûnkirin Recep Bal (38) bi rêya nameyekê qala binpêkirinan kir.

Recep Bal got, "Di encama cezayên dîsîplînê de hevdîtin hate qedexekirin. Gelek hevalên me, ji ber ku qedexeya axaftina bi telefonê li ser wan hatiye danîn, demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Her wiha cezayê hucreyê li gelek hevalên me yên girtî hatiye birîn. 12 sal in di zindanê de me, cezayên ku di nava pênc mehên dawî de li min birîn di nava 12 salan de li min nehatibû birîn. Tenê pênc mehan 6 caran cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê li min birîn. Li vê derê ji bo betalkirina bidawîrkirina ceza, vê yekê dikin. Li gel vê yekê navên ku me ji bo hevdîtina sê kesan nivîsandine tê redkirin. Li vê girtîgehê mafên me tê binpêkirin. Ji ber ku malbata min dûr e, ez nikarim wan bibînim. Alavên ku bi koliyan dişînin jî li malbatê vedigerînin. Ji bo me mexdûr bikin eşyayên ji me re têne şandin li malbatê tê vegerandin."