Êrişên qirker û dagirker li Karlstadtê hatin şermezarkirin

Li bajarê Karlstadtê yê Swêdê, êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî li bajarê Karlstadt ê Swêdê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkeriyê şermezar kirin.

Di meşê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate lidarxistin, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Artêşa TC a kujer ji Kurdistanê bicehime", "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" hatin qîrîn.

Parlamenterê Partiya Çep Håkan Sveneling di dema meşê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk divê tavilê dawî li dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê bîne û ji bo çareseriya siyasî dest bi hevdîtinan bike.

Hevserokê NCDK'ê Rashîko Abîîn jî got, "Gelê me heta dawiyê xwedî li gerîla derdikeve. Dewleta Tirk wê li Kurdistanê têk biçe."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.