Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyeyê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Silêmaniyeyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta azadiyê wê têkoşîn û berxwedan dewam bike."

Li Sekoya Azadî ya Parka Silêmanî bi tevlîbûna dehan kesayet, rewşenbîr, nivîskar û welatiyan, êrîşên dewleta Tirk a dagireker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiyê de wêneyên kesên di êrîşa Tirkiye ya li ser Rojava de şehîd bûbûn û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan û dîsa wêneyên çekên qedexe tehşîr dikin jî hatin hildan. 

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyanî ji aliyê çalakvan û rojnamevan Hêmin Mamed ve hate xwendin.

Mamend diyar kir ku faşîzma Erdogan li ber mirinê ye û wê şoreşa Rojava û Rojhilat wê ser bikeve. 

Mamend destnîşan kir ku careke din êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir û got: “Ev rejîm di nava krîzeke kûr a siyasî, aborî û navxweyî de ye, ji bo wê dixwaze bi çi reng be bila bibe, dixwaze temenê xwe dirêj bike. Ev êrîş seneryoyeye ku ji aliyê MÎT’a Tirk ku bi teqîna li Stenbolê hatî kirin ve hatiye amadekirin. Dewleta Tirk xwest vê yekê bike hincet ji bo ji navbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Hemwextî van êrîşan rejîma Îranê jî êrîş bire ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê.”

Çalakvan Mamend diyar kir ku desthilata Tirkiye û Îranê li ber hilweşînê ye û wiha domand: “Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, şahidê wê rastiyê ne û welat ber bi modelek nû ve dibin. Van sîsteman hebûn û nebûna xwe li ser Kurdan dike.”

Mamend bal kişand ser berxwedana gerîla û şervanên azadiyê û got: “Ev sîstem li ber berxwedana gerîla û şervanan têk diçe. Faşîzma Erdogan ber bi sergoya dîrokê ve diavêjin. Ev 7 meh in berxwedanek mezin a kur û keçên gelê Kurd li hember leşkerên Tirk tê kirin. Derbên mirinê li faşîzmê didin. Her çendî ku her cûre çekên qedexe û kîmyewî bikar tînin jî leşkerên Tirk nekariye serketinekê bi dest bixe.”

Çalakvan Mamend anî ziman ku her ku nêzîkî hilbijartinê dibe dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê rastiya binixûmîne û hestê nîjatperestî zêdetir bilind bike. 

Herî dawî Mamend ev got: “Soz û peyman ji bo şehîdan hatiye dayîn ku heta faşîzim têk neçe, azadî û serketin bi dest neînin; ne gerîla û ne jî şervan yek kêliyê dudil nabin, gelê me li Rojavayê Kurdistan û parçeyên din ên Kurdistanê digihêjin jiyaneke birûmet û azad.