Êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bejahî û hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bejahî û hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;
17'ê Cotmehê saet di 20:30, 21:20 û 23:20'î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.
12, 13 û 17'ê Cotmehê li herêma Xakurkê, qadên Girê Şehîd Qehreman, Geliyê Şehîd Bêrîtan, Sinînê û Berbizinê bi balafirên şer hatin bombekirin.
13 û 16'ê Cotmehê li herêma Avaşînê, qadên Dola Konferansê û Werxelê bi balafirên şer hatin bombekirin.
16'ê Cotmehê saet di 08:30 û 08:50'î de li herêma Zapê qadên Zêvê û Werxelê bi balafirên şer hatin bombekirin.
16'ê Cotmehê saet di navbera 20:00-21:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman rojê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê û Serarû û qadên Kela Qumriyê û Koordîne bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.
16 û 17'ê Cotmehê danê êvarê li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Silêman, Girê Sor û Girê Spî helîkopter geriyan.
17'ê Cotmehê saet di navbera 14:30-15:00 de li herêma Qendîlê Girê Arasînê yê li qada Karoxê bi balafirên şer hate bombekirin."