Êrîşa qirkirinê û berxwedana dijî vê

Dewleta Tirk ev 75 roj in bi êrîşên dagirker nikare berxwedana gerîla bişkîne. Gerîla xurtbûn hijmara zêdeyî ya artêşa Tirk, xurtbûna teknîkê û xurtbûna hêza hewayî ya artêşa Tirk bi taktîk û şêwaza dema nû pûç kir û kir avantaj.

Şeva 24'ê Nîsanê ku bi êrîşên berfireh ên dagirkeriyê yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê dest pê kirî, hema hema du meh û nîv li pey xwe hişt, belkî jî em cara pêşî di dîrokê de berxwedaneke wiha dibînin. Lê di rastiya Kurdistanê de hewl tê dayin ku ser vê rastiyê were nixumandin û reşkirin. Lê tê şer wê doktrîna têkoşîna gerîlayê modern ava bike, herka dîrokê berevajî bike û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de bibe xala fetlonekê. J iber vê divê mirov bi hûrbînî bala xwe bide ser xisletê êrîşa domdar û berxwedana gerîla ya li dijî vê.

TAKTÎKA ARTÊŞA TIRK A LI QADÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî encamên şer perîyodîk agahiyan par ve dike. Ji ber vê jî ji kitekitan zêdetir divê mirov bala xwe bide ser cihêtiyan, stratejî û metodên taktîkê. Li dijî van êrîşan berxwedana gerîla û şêwaz û taktîka dema nû çiye? Belkî jî pêşî bala xwe bide ser wan ê ku pir tê meraqkirin û ji ber berevajîkirina medyaya şerê taybet bi xweşî nayên fêhmkirin.

Rojên pêşî, ango 23 û 21'ê Gulanê şer pir giran bû. Vê demê gerîla piranî êrîşên artêşa Tirk a dagirker dişand û leza tevgera wan giran dikir. Ji 23'yê Nîsanê heta 21'ê Gulanê artêşa dagirker ji her alî ve êrîş dianî. Li dijî vê gerîla piranî berevanî dikir, hêlên qels ên artêşa dagirker tespît dikir û bi çalakiyên ku wan şok bike derb li wan dida, bala wan belav dikir. Lê piştî 21'ê Gulanê li qadê rengê bûyinê bi temamî diguhere. Artêşa Tirk dikeve rewşa parastinê, gerîla jî bi çalakiyên karîger dikeve pozîsyona êrîşê.

Taktîkên artêşa Tirk bi giştî têne zanîn; ne tiştekî wiha ye ku mirov jê re surprîz bibêje û pêşbîniya şêwaza tevgerîna wê tê kirin .Her çendî pêşbîniya van taktîk û şêwaza tevgerînê wer kirin jî mirov dikare bibêje xwedî avantaj e. Heke mirov rêz bike;

*Ji hêla hijmarî ve (Li gorî daneyên dewleta Tirk 8000 piyade) leşker pir zêde ne.

*Balafirên keşfê û îstîxbarata wan a hewayî heye.

*Bi balafirên şer, helîkoptêrên êrîşê û amûrên hewayî yên bêmirov xwedî derfetên êrîşanînê ne.

*Ew avantaja wan heye ku ji baregehên leşkerî yên li ser xeta sînor bi obûs, hawan, katuşa û moşekên balîstîk ên ji bejahiyê bi ser bejahiyê de davêjin û bombebaran giran bînin.

Li gorî vê qadeke diyar dibe hedef, li van qadan cihên bilind 24 saetan ji hewayî û bejahî ve tê bombekirin (bi lîteratûra leşkerî piştî ku tê 'nermkirin') piştre bi çavdêriya balafirên keşfê bi helîkoptêran leşker têne danîn. Qonaxa dî ji bo ku êku rîşên li ser girên ku piyade lê ne were astengkirin 7/24 bi balafirên keşfê hewl tê dayin were kontrolkirin. Çeqlên daran ku bi bayê dilebitin jî bi saetan têne bombekirin û piyade li wan direşînin. Ango tevgereke biçûk û diyarbûna zindiyekî jî weke taloke tê dîtin.

Faktoreke dî jî rewşa derûnî ya piyadeyên nav nediyariyê ye. Li qadê bicihanîna hewcehiyên jiyanî û di rewşa birîndarbûnê de zû tehliyekirin dibe pirsgirêke cidî. Tê dîtin ku yekînyek di li qada şer 24 saetan nikare xwe ragire. Ji ber vê mecbûr e ku rojane guherîn bibe û li gel malzemeyên jiyanî muhîmmatan teqwiye bikin. Rewşeke wiha rîska potansiyel zêde dike, ji bo aliyê pêşber hedefan zêde dike û dwiyê jî îhtîmala derbên giran zêde dike. Di rewşeke wiha de her tişt weke propaganda wezîrê şerê taybet ê Tirk dibe ku normal û asayî xuya bike lê ji qada şer bi hêlên xwe yên nediyar tê zanîn. A girîng ew e ku ev nediyarî veguherin ser avantajê, mirov li hêlên wan ên qels bixe û aliyê psîkolojîk û rajorbûnê bi aliyê xwe ve bişemitîne.

ARTÊŞA TIRK LI BEJAHIYÊ ŞIKESTIYE

Artêşa Tirk ji bejahiyê ve ango bi rengê piyade li bara gerîla şikestiye. Bi teknolojiya bi derfeta dewletê û bi teknîka şer hewl dide ku ser şikestinê binixumîne. Hewl tê dayin ku şerê berdest ê li qadê 99 ji 100'î bi teknîkê were kirin. Ango weke ku lê tê fikirîn du hêzên ku li du eniyan li pêşberî hev nînin. Têkçûna piyade ya artêşa Tirk jî ne nû ye, ji beriya 2012'an ev diyarde çêbûye. Ji ber vê rêbazeke şer a wiha ye ku xwe dispÊre ser teknîk, îstîhbaran û rêbaza şerê taybet. Dewleta Tirk hingî wiha xwe bi dest vê ve berdaye jê weye ku bi vê rêbazê wê hêzên li pêşberî xwe heta hetayê tine bike. Cihêtiya li qada şer û kêrnehatiya artêşa Tirk hingî wiha li br çaan e, em aliyên wê yên biçûkxistinî li hêlêkê bihêlin, êdî em aşkere dibînin ku li dijî mirovahiyê ye. Hin rayedarên dewletê hene ku van kirinên dermirovî aşkere diparêzin û weke serkeftinekê dibînin.

Taktîka sereke ya artêşa Tirk li qadê ew  bi yekkirina îstîhbarata xwecih û hewayî bi bombebaran zêde encamê bistîne. Taktîka dî jî 'temas bike, paş ve vekişe û bi teknîkê berê xwe bide ser''. A rast guhartoya dî ya eynî taktîkê ye. Aşkere ye ku li ser vê mijarê bi kedar komên noker û kontrayê encameke tê standin. Lê dema ku mirov li rewşa şer û li guherîna pratîka gerîla dinere, tê fêhmkirin ku taktîka erzan a artêşa Tirk bi rojan ji bombekirina keviran wêdetir naçe. Ji ber ku êdî gerîla li kûderê bixwaze û rast bibîne li wir temasê datîne.

MAYINDEKIRINA DAGIRKERIYÊ

Aliyê cihê yên êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ew e ku bi rengekî mayinde bi cih dibin. Ev rewş weke ku tê gotin hebûna gerîla ji holê raneke û nikare tevgera gerîla sînordar bike.  Ji aliyê gerîla ve ji bo ku rewşê veguherîne avantajê derfetên mezin çêdibin, ji bo gerîla hedef zêde dibin, dike ku bêhtir disîplîne bibe û taktîkê pêş bixin. Aliyê esasî yê talokeya wê ew e ku dagirkerî û talan berfireh dibe. Di rewşa berest de aliyê şaş ên bingehîn ê PDK'ê û hi komên noker ev e. Ango li gorî wan,''gerîla li ber xilasbûnê ye naxwe em aliyê xwe diyar bikin, bila keda me jî tê de hebe û wiha em para xwe bistînin''. Dewleta Tirk ne tenê nokeran her wiha çeteyên kuji Sûriyê anîne û li deverên din bi kar aniye jî bi kar tîne. Divê mirov hewldaneke wiha weke hewldana guherîna demografiya Kurdistanê bibîne. Li bara vê rewşê bi taybetî bêdengiya eşîrên herêmê bala mirov dikişîne. Ên ku li bara vê hewldana dagirkeriyê bêdeng dimînin û veşartî destekê didin vê divê zanibin ku siberojê ev ê bibe talokeyeke mezin.

ŞÊWAZ Û TAKTÎKA GERÎLA YA LI QADA ŞER


Yek ji rêgeza sereke ya şerê gerîla nediyarî ye. Berevajî artêşên bipergal, gerîla bi planeke sabît û tatîkên sabît tevnagere, rewşa rojane tê nirxandin û li gorî vê şêwaz û taktîka herî rast tê diyarkirin. Li vir xala herî girîng ew e ku di demeke kurt de hêza berdest an jî ya yekîneyê zîrektiya wê ya tevgerînê were dîtin, rewş were analîzkirin û li gorî vê taktîk were diyarkirin. Ango li gorî artêşên bipergal li ser mijara biryarstandinê û pêşxistina taktîkê zûtir tevdigerin û wiha bi zîrektî dikarin derban li hêla pêşber bixin. Her çendî girêdayî biryargehekê jî bin yekîneya gerîla bi instîyatîv û perspektîfa xwe tevdigere. Ji ber vê diyardeya ku em jê re şêwaza tevgera gerîlayê otonom wiha pratîk dibe. Helbet guherîna vê şêwaz û taktîkê ya gerîla wiha bi hêsanî nebû û hê jî mirov dikar behsa hêlên kêm bike. Lê rewaşa çalakiyê ku bi van êrîşên dawî re derketî holê û hêza lêdanê ya gerîla nîşan did eku guherîn encamgir e û hatiye astekê.

Bi çalakiyên gerîla yên beriya niha mirov dikare vê binirxîne. Tîmeke gerîla ya ji sê kesan pêk hatî pêşî hedefa xwe dixe kontrolê û dişopîne. Piştre xwe digihîne heta bi mewziyên leşeran û bi mesafeya 4-5 metroyan bi carekê re derdikeve pêşberî leşkeran. Ji dîmenan tê fêhmkirin leşker şoq dibin û wiha dinerin û gerîla bêyî ku fersendê bi dest wan ve bîne wan bêkêr dike, dest li ser malzemeyên leşeran datîne û her wiha bi lez winda dibe. Kurteya perspektîfa gerîlayê dema nû wiha ye. Bi ser de pratîka ku em behsê dikin pratîka sala 2019'an e. Lê mirov dikare bi sedan mînakên vê bide.

ŞÊWAZA ARTÊŞA TIRK KIRE FERSEND

Em dibînin ku hêzên gerîla li bara êrîşên ku 23'yê Nîsanê dest pê kirî bi taktîkên pir cihê û encamgir tevdigerin. Di êrîşên pêşî de hêzên gerîla di pergalên binerd de û li kûrahiyên eraziyê ji bombebaran zêde xwe diparêzin. Mirov dikare bibêje ku di bombebaran pêşî de xwîn ji bêvila yek gerîlayî jî nehatiye. Lê hesabê artêşa Tirk ew bû ku hê di derba pêşî de derma mirinê li gerîla bide û wiha encamê bistîne. Êrîşên 23 û 24'ê Nîsanê bêencam man, her wiha gerîla jî zû ev kirin fersend. Ji ber ku ji zêdebûna bombebaranê hêsan dibe ku were tespîtkirin bêka asta şer çiye û hedefa pêşî ya dijmin çiye. Di rewşeke wiha de ji bo ku bi taktîkên cuda bersivê bide êrîşa piyadeyan wexteke zêde bi dest gerîla dikeve. Jixwe wiha jî bû. Hêzên gerîla taktîkên artêşa Tirk, hêza wê ya hewayî, zêdebûna hijmara wê û bombebaran ji bejahiyê ji xwe re kire fersendek.

MEWZIYÊN BERFIREH Û TÛNELÊN ŞER

Hêzên gerîla ji bo ku îstîxbarat hewayî û bombebarana giran pûç bike pergala binerd, ango mewziyên şer ên berfireh û tûnel çêkirin. Her wiha ev mewzî kirin cihên berxwedaniya xurt. Vê taktîkê ne ku tenê rajoriya hêza hewayî ya Tirk pûç kir her wiha bû taktîkeke girîng a şerê gerîla. Bİ vî rengî hem êrîşa hewayî û giran a TC'ê hate pûçkirin her wiha li bara êrîşa pêkan a piyadeya pozisyona xwe pêşî gerîla standiye û derb lê daye. Avantaja dî jî ew e ku bi rehetî derblêdan li wan helîkoptêran ku ji bo piyadeyan deynin hatin  û bêbandorkirina wan jî dibe fersendek baş. Li ser vê mijarê mirov tenê daxuyaniyên weke mikurhatinê yên Wezîrê Berevaniyê yê Tirk Hulîs Akar ên 3'yê Gulanê binere bes e. Akar dibêje, ''Çiya, qelça, daketin wan û lê danîna wan zor e. Helîkoptêr nikarin xwe li her deverê deynin.''

TÎMÊN NÎV OTONOM ÊN GERÎLA

HPG'ê di vê pêvajoyê de tîmên nîv otonom ên profesyonl pêş xist. Gerîla ji bo ku guherîna taktîkî ya van salên dawî pratîk bike ji pêvajoyeke giran a perwerde û bicihanînê derbas bû. Ev tîmên gerîla yên nîv otonom têne çi maneyê, naveroka xwe çiye, rêxistiniya xwe, mantiqa wê ya sereke çiye? Weke ku me li jor gotî gerîla berevajî artêşan xwedî perspektîfeke herikbar in.  Em bi gerîlayên wiha re hevrû ne ku ku ji vê re 'Gerîlayê Modernîteya Demokratîk'' tê gotin, ku ji teoriya gerîla ya heta niha wêdetir e, teknolojiya şer a serdemê jî die ber çavan û teoriya nû ya gerîla datîne. Mewziyên şer û taktîka tûnelan jî li gorî demê hatiye hazirkirin, lê tûnelên şer tenê parçeyek ji şerê gerîla ye.  Taktîka sereke ya teoriya gerîla tîmên gerîla yên profesyonel in. Ji bo hewcehiyên wê were bicihanîn jî hewceyî bi vîneke ji pola û baweriyeke qeyîm heye.

Bi veşartina raza wê encex dikarim ev qasî bibêjim; yekîneyên nîv otonom ên profesyonel ên gerîla bi temamî bi şêwaza xeyaletan her wiha bi pisporiya têra xwe pêşketî rêxistinî dibin. Ji hêla rêxistinî ve perspektîfeke giştî tê danîn û tîmên nîv otonom ên gerîla li gorî şertên xwe taktîkan datînin. Li vir însîyatîv helbet di dest hêza xwecih de ye. Ji nîv otonomê mebest ew e ku gerîla bi biryargehê temasa xwe kêm e, tenê rêgeha giştî, plansaziyê û hedefê diyar dike lê ji bilî vê li ser her mijarê ew biryara xwe dide, bi vê çarçoweyê tevdigere, çalakiyan dike û encaman distîne. Gerîla wiha pênase dike; li gorî teknolojiya geş bûyî bikaranîna amûrên ragihandinê û temasa bi cîhan derve re tê maneya tespîtkirina herêmê. Rewşeke wiha jî dibe rîseke potansiyel û ev jî tê maneya sînordarbûna qebîliyeta tevgerînê. Ji ber vê tîmeke gerîlayê nîv otonom bêyî ku amûrên ragihandinê bi kar bîne bi navendê re sînordar û bi rêyên cihê têkilî datîne, lê rewşa xwe û şertan analîz dike û li gorî vê taktîk û şêwaza tevgera xwe diyar dike. Bi vî rengî hemû rîskên amûrên ragihandinê û bikaranîna teknîkê bi xwe re tîne ji holê radike. Ji bo dagirkeran diyardeya ku jê re tam nediyariyê tîne ev e. Halê hazir arteşa Tirk bi amûrên ragihandinê, bi îstîxbarata hewayî û bejahî dixwaze derbê li gerîla bide. Lê dema ku ev arguman ji dest werin standin wê kor bibe û kulekî bibe.  Bi ser de weke birûsekê ku hêza derblêdanê jî derkeve holê tam weke niha wê li derdora xwe bizîzîke û nikaribe bi pêş ve biçe.
Tîmên gerîla yên nîv otonom ji hêla profesyonliyê ve xwedî qebîliyeke zêde ne. Berê di nav pergala gerîla de taxmike ji 12 kesan pêk dihat. Her yek ji van 12'an di branşekê de dibû pispor. Her gerilayek di suîkast, sabotaj, di otomatîka navîn, hawan, doçka û tendiristiyê de bi3un pispor û li nav van taximan dima. Lê bi demê re hate dîtin ku ev rewş ji hêla hijmarî ve hêza gerîla zêde dike, dike hedefa teknîka dijmin, qabîliyeta manewrayê kêm dike, şêwaza tevgerînê tiralî dike. Aliyekî dî jî dema ku di taximekî de ji branşekê kêmasiyek çêdibe valahiyeke taktîkê çêdibû. Li bara teknolojiya pêşketî hate fêhmkirin rêxistiniya bi vî rengî wê encamê nestîne. Ji ber vê jî şerê gerîla bixwe şerê vîn û aqil e, li ser projeya ji nû ve xwe avakirinê guherîneke hîmî hate kirin .Helbet li vir mirov nikare bibêje gerîlatiya berê bi temamî şaş bû.Na, ji bo şertên ku guherîne û teknolojiya şer û ji bo ku ev were pûçkirin ev gav bi hewceyî hatibû avêtin. Qada şer ji guherînê re vekiriye. Îro rêbaza herî rast û encamgir, dibe ku sibe ne rast be an jî rast î be encamê nestîn! Ji ber vê asêmana di rêxistiniyekê de, di şêwazeke tevgerînê de, rawesta li ser vê dijî sirûşta gerîla ye.

HER GERÎLA BI KÊMANÎ JI 3 BRANŞAN DIBE PISPOR

Ji taqimê 12 kesî yên berê yên gerîla, divê mirov fêhm bike ku geşedaneke çendî serkeftî ye ku qulibiye ser tîmên gerîla yên otonom ên ji 3,4-5 kesan pêk hatî. Di pergala berê ya gerîla de branş dema ku dihatin dabeşkirin bi yek an jî du kesan sînordar diman. Lê di pergala nû ya gerîla de ev rewş berevajî dibe, gerîlayên ku bi rengê tîmên 3,4 an jî 5 kesan rêxistinî dibin her wiha li ser hê branşan dibin pispor, ji perwerdehiya teorîk û pratîk derbs dibin û dikevin qada şer.  Bi vî rengî ji qebetiya hijmarî û tevgera tiralî xilas dibe, li bara dijmin bi qasî ku mirov bibêje tine ye hedefê biçûk dike, qebîliyeta tevgerê pir nerm dike û dide lezandin. Bi kurtasî gerîla halê hazir bi serê xwe dikar tîmekê ava bike, xwedî vê bîrewerî, vîn, hostatiya şer, pisporiya branşê û profesyoneliyê ye. Ango gerîlayek hem segvan, hem sabotajvan, hem jî pisporê çeka giran û otomatîk e. Hê jî di pratîkê de hin kêmasî hebin jî şêwaz û taktîka gerîla bi giştî bi serkeftî pratîk bûye û encam standiye.

Bikaranîna geşedanên teknîk û sûd ji vê wergirtin jî bûye parçyek ji şerê gerîla. Aliyê ku tê zanîn yê vê rewşê çalakiyên Hêzên Berevaniya Ezmanî yên Şehîd Delal in. Lê divê mirov bibêje bikaranîna teknolojiyê û sûdjêwergirtin pirhêlî ye. Hêzên gerîla ne bi desteka dewletan an jî hêzeke mezin a madî ye. Ji ber vê jî weke dewleta TC ne hêzeke wiha ye ku ji dewletan destekê distîne, weke Gladîoya NATO'yê her teknîka nû dixin dest. Gerîla bi derfetên kêm, hin derfetên teknîk, li ser hîmê zanîna teknolojîk bi kar tîne û bi afirandineke mezin vê diguherîne û jê sûd werdigire.

HÊZÊN BEREVANIYA EZMANÎ Û PERGALÊN JI DÛR VE QUMENDEYÎ

Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal li vê mijarê encamên girîng bi dest ve aniye û hemû pergala berevaniyê ya artêşa Tirk derbas kiriye. Ne tenê ya artêşa Tirk her wiha hemû pergala radarê ya ku NATO û DYE bi dewleta Tirk dide bikaranîn bêkêr kiriye û çalakiyên gerîla aniya asteke wiha ku nikaribe were astengkirin. Ev diyarde bi serê xwe jî zengîniya şêwaz û taktîka gerîla berbiçav dike. Mînakeke dî jî çekên giran ên ji dûr ve qumandekirî yên gerîla ne ku gerîla bi pergalek bastî wan çêdike û dike ku wezîrê şerê taybet ê Tirk pê şaş bimîne. Wezîrê şerê taybet ê Tirk vê weke alîkariya veşartî ya dewletan vedibêje, ev jî nîşana wê ye ku çendî neçar dimînin. Heke bi bîra mirov were beriya niha bi 11 salan çeka segvaniyê ya bi navê Zagrosê ku gerîla çêkirî, li gel ku tê znaîn patenta çekê weke navê xwe aidî gerîlayên azadiyê bû jî hatibû gotin ku hin dewletan çek daye. Rewşa pêkenokî ya şefên şerê taybet ên Tirk nîşan dide ku li qadê şoq dibin.

Divê em bibêjin gotinên wezîrê şerê taybet ên weke, ''em ketin kuna wan, me bi ser wan de girt, me kavil kirin''  gotinên pûç û propagandeyeke jirêzê ye. Tûnelên şer jixwe ji bo ku dagirker werin pêşwazîkirin hatibûn hazikirin. Taktîkeke wiha rast bû ku dagirker weke boxeyên ku çax li paçika sor kirî êrîş bire ser tûnelan. Lê destê xwe kiribûn kuna mozan û ji vê poşman bûbûn. Bi kurtasî mewzî û tûnelên şer ku niha şer lê giran e ne deverên wiha pir veşartî ne, hemû jî bi kîlometroyan ji dûr ve li çiyayên ku bi çav têne dîtin hatine çêkirin. Ji ber vê çîroka ku artêşa Tirk dibêje ,'em lê geriyan û me dît'' ji neçariyekê pê ve ti maneyeke xwe nîne.

Weke encam ji sala 2015'an û wir ve 'Plana Çokşikandinê''ya ku dewleta Tirk sazkar kiriye û bi vê çarçoweyê erîşên qirkr ên ku didomin, qonaxa ku niha tê de li ber çavan e. Ji ber vê ye, diyar dibe ku ji niha û pê de wê rêbazên şer ên gemarî, dermirovî û bi rêbazên kirêt ên şerê taybet bidome. Sazkarkirina PDk'ê û medyaya bi ser ve jî îşareta vê ya girîng e. Gelê Kurd divê ji her tiştî re hazir be, ji ber ku tifaqên ku heta niha veşartî dihatin kirin êdî dibe ku aşkere jî were kirin. Divê ev mirov hêvîşkestî neke.Dwiya dawî divê têkoşîn bidome û bigihije encamê. Gerîlayê azadiyê niha bi vê armancê berxwedana dîrokî dike û têdikoşe. Tenê ne ku li ber xwe dide her wiha li ber her şertî jî derbên giran li dijmin dide û berdêlan pê tê dayin. Ev bi vîneke mezin û bi baweriya bi heqîqetê dibe. Ji bo ku em gava mayî temam bikin divê têkoşîna li her qadê çêbibe. Ji ber ku serfirazî encex wiha dikare nêz bibe.