Êrişa nû ya zîhniyeta berê: Şewitandina goristanan

Komeleya piştevanî û alîkariya bi malbatên xizmên xwe winda kirine ya dergûşa şaristaniyê (MEBYA-DER) nerazîbûn nîşanî şewitandina goristana li Licê da û diyar kir, "Şêweyê êrişê timî tê guhertin, lê zîhniyet nayê guhertin."

Goristana li taxa Sîsê ya li navçeya Licê ya Amedê, di nava hefteyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate şewitandin. Heman goristan di nava pênc salan de gelek caran hate xerakirin.

Rêveber û malbatên MEBYA-DER'î dema ku bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana goristanê kirin, dîtin ku goristan hatiye şewitandin.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas diyar kir ku êrişên li ser nirxên gel tên kirin gihîştine asteke nû û got, "Armanca wan tunekirina nirxên vî gelî ye. Li devereke din a dinyayê êriş li goristanan nayê kirin."

Almas diyar kir, "Bi dehan carî êrişî goristanan kirin. Cihê van êrişan di baweriyê de jî nîne. Şeweyê êrişan timî tê guhertin, lê belê zîhniyet nayê guhertin. Şêweyê nû yê êrişê jî şewitandina goristanan e. Dixwazin ku gel li hemberî nirxên xwe xemsar bikin, bitirsînin."

Almas anî ziman ku bi wesîleya Cejna Qurbanê xwestine serdana goristanan bikin, lê belê gelek malbat ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin.

Almas got, "Di encama operasyonên leşkeran de goristan hate şewitandin. Dema ku goristan şewitî kesî agir venemirandin. Tevî ku zanîbûn ew şewat wê bigihêje goristanê û goristanê bişewitîne, agir venemirandin. Her wiha nehiştin ku gundî şewatê vemirînin. Dema ku em gihîştin goristanê hîn jî şewatê dewam dikir."

Almas diyar kir ku wan hewl dan tevî malbatan şewatê vemirînin û got, "Goristan welê şewitî bû ku hin malbatan gorên zarokên xwe nas nekirin. Ji ber ku goristan hem hatibû xerakirin hem jî şewitandin. Ya ku hatiye kirin sûc e."

Almas diyar kir ku eger pêwîstî pê hebe wê li goristanan nobedê bigirin û ragihand ku wê goristanan ji nû ve çêbikin û eger mijar biçe heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wê li ber vê rewşê rabin.