Êrişa li ser Zînî Wertê li Silêmaniyeyê hate şermezarkirin

Bombardûmana dewleta Tirk a li Zînî Wertê û liv û tevgera pêşmergeyên PDK'ê ya li herêmê, li Silêmaniyeyê hate şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Zînî Wertê û bicihbûna hêzên çekdar ên PDK'ê li herêmê, li Silêmaniyeyê daxuyaniyek hate dayin.

Nûnerên Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz, Jin ên Ciwan ên Têkoşer, Eniya Demokrasiyê, Pêşmergeyên Dêrîn, Komîteya 'Azadî ji bo Ocalan' û PYD'ê daxuyanî li ser mijarê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya hevpar de bombardûmana dewleta Tirk û liv û tevgera PDK'ê ya li herêmê hate şermezarkirin.

Her wiha 3 gerîlayên HPG'ê yên ji ber bombardûmanê şehîd bûn hatin bîranîn.