Êrîşa li ser Kampa Şehîd Nazê li Serdeştê hate protestokirin

Li dijî êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a li ser Kampa Şehîd Nazê û bêdengiya hikûmeta Iraqê, MŞD û hemû hevparên wê li gel TAJÊ bi meşekê hate protestokirin.

Bi sedan welatiyên Şengalê li dijî êrişa duh a li ser Kampa Şehîd Nazê ya li Serdeşta Şengalê pêk hat, meşek lidar xistin.

Di saetên êvarê de bi pêşengtiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek li dijî êrÎşa duh a li Kampa Şehîd Nazê ya li devera Serdeşt a Şengê pêkhatibû hate organîzekirin.

Di meşê de ku bi sedan welatiyên Şengalê tevlî bûn, ji ber Darên Qewala destpê kir heta cihê erîş lê pêk hatî berdewam kir.

Di meşê de gelek kesayet, serok eşîr, endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî jî tevlî meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin qêrîn û poesterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Piştî meş gihişt cihê êrîş lê pêk hatî, li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm daxuyanî da û got: “Gelê me yê Serdeştê ku li himberî dijminê mirovahiyê li ber xwedan û serî ji tu kesî re netewandin, tevî hemû mercên zehmet yên jiyanyê di nava çadiran de li ber xwedan, îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagiker tên. Bila dijmin baş bizane em wek civaka Êzidî li ser gotina Fermandarê mezin Şehîd Zerdeşt Şengalî ne û em jî dibêjin “Êzidî natirsin.”

Li her dera Şengalê hêzên artêşa Iraqê hene, em ji bo parastina gelê Şengalê û taybet kampa Serdeştê a koçberan Iraqê berpirsiyar dibînin. Me wek civaka Êzidî li himberî DAÎŞ’ê şer kir û me rûmeta Iraqê parast, îro pêwsîte Iraq jî rê li ber van êrîşan bigire. Bêdengî tê wata destek dayînê.”