'Êrîşa li ser Efrînê dewama Enfalê ye'

Engîn di salvegera 30. a Enfalê de qurbanî bi bîr anî û got, tişta niha li Efrînê diqewime, Enfaleke din e. 

Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Engîn di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 30. a Enfalê qurbanî bi bîr anî û got, "Bûyerên ku îro li Efrînê diqewimin Enfaleke din e. Weke Enfalê Weke Enfalê îro jî êrîşa li ser Efrînê bi bikaranîna olê û pirtûka pîroz Quranê, hewl tê dayin bê rewakirin. Ev yek guneha herÎ mezin e.

BAŞÛR HÊZÊ DIDE ÇEPERÊN EFRÎNÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê îro li kolanan e, di asta herî bilind a welatparêziyê de xwedî li Efrînê derdikeve. Engîn got, "Gelê me li Başûr 30 sal beriya niha di rojên pir zehmet de derbas bû. Ji Germiyanê bigire heya Helebçeya şehîd, ji Raperînê bigire heya Berzanê serî nedanî. Îro jî bi piştgriya xwe ya ji Efrînê re heman helwesta xwe ya bi rûmet dubare dike. Gelê Efrînê, berxwedana Efrînê ji gelê Başûr, ji xwedî derketina wan hêz digre. Em jî ji ber vê sekna hêja di serî de gelê me yê Başûr, hemû çalakvanan silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin."

Engîn di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû, "Efrîn bosteke ax e, lê li hemberî sedan tank, top, teyare, bi sedhezaran leşker-çete li ber xwe dide. Nêzîkî çil roj in destaneke bê wêne li Efrînê wê nivîsandin. Berxwedana kela dimdimê îro li Efrînê aj dide, bi pêşengtiya Avesta Xabûran. Di sedsala 21'ê de binêrin teknolojî li Efrînê li hemberî berxwedana gel mecbûrî binketinê ye. Çekên mîlyar dolaran li Efrînê li hember vîna polayî ya berxwedana şervanan ku bi pere nayê pîvandin bê qîmet bûye. Bê guman gelê Efrînê zane ku eyara wan dagirkeran, bi gotina dayîkên Efrîniyan 'yê mirîşk dizîn' pênc pere nake."

HESABÊ ŞAŞ...

Engîn bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û got, "Êdî ti hêz li hemberî berxwedana derketiye holê nikare bê deng bimîne, nikare ji nedîtî ve bê." Engîn da zanîn ku ne dagirkeriya dewleta Tirk, Erdogan, ne jî hêzên navneteweyî hesaba berxwedana gelê Efrînê, şervanên Efrînê nekiribûn û wiha dewam kir, "Em dikarin bêjin ku ji niha ve dagirkerî û hemû hesabên qirêj li berxwedana Efrînê qelibîn. Li xezeba zeytûnî ya çavên zarokên Efrînê qelibî."

'POLÎTÎKAYA DIJ BI KURD MEHKÛMÎ BINKETINÊ YE'

Engîn bal kişand ser derketina dîroka faşîzma Hîtler û wiha pê de çû, "Hîtler bi piştgiriya Ewropa faşîzma xwe binesaz kir û milyonan mirov kuşt. Her der kir gola xwînê, îro jî heman piştgiriyê li hemberî Kurdan li Efrînê bidin Erdogan wê şaşitiyeke mezin dûbare be. Di şexsê Erdogan de. Ne Ewropa ne jî hêzêke din bi piştgirî dayîna Erdogan wê nekare bigihije armanca xwe. Wê di bin encamên derkevin de bimînin. Êdî hesab û polîtîkayên ku li ser xistina Kurdan hatine avakirin roja me ya bê qîmet in. Her kî bixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêz lazime hesaba Kurdan bike. Ev ji bo Rûsya jî wiha ye. Ji xwe destana li Efrînê vê rastiyê dubare nîşan daye. Ji xwe ev berxwedan wê mezintir û berfirehtir bibe."