Êrîşa li Mexmûrê: NY û Bexda hê bêdeng in

Di ser êrîşa li Mexmûrê re ku bi balafirên şer hate kirin 4 roj derbas bûn. Lê hê jî Neteweyên Yekbûyî û hikumeta navendî ya Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn nekirin. Rêveberiya kampê li benda daxuyaniyekê ye.

Roja 6'ê Kanûnê li dijî Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi balafirên şer êrîşek hatibû kirin. Di encama êrîşê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûbûn, 3 jî birîndar bûn.

Heman piştî êrîşê, Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku kamp li nava axa Iraqê ye û di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikumeta Navendî ya Iraqê de ye. Meclîsê ji van her du hêzên navborî xwestibû ku daxuyaniyekê li ser êrîşê bidin.

Lê belê tevî ku 4 roj di ser êrîşa li ser Mexmûrê re derbas bûne jî, Neteweyên Yekbûyî û Iraqê daxuyaniyek nedane. Li cihê bûyerê lêkolînek jî nekirine.

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Kampa Penaberan a Mexmûrê Bêwar Unver diyar kir ku ew bi rêya telefonê li rayedarên Neteweyên Yekbûyî geriyane û rayedaran tenê agahiya li ser hejmara şehîd û birîndaran girtine. Unver ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ligel 4 roj di ser bûyerê re derbas bûne jî ti heyet nehatiye kampê û lêkolîn nekiriye.

RÊVEBERIYA KAMPÊ WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Çav li rê ye ku rêvebriya Kampê îro li ser bûyerê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.