Êrişa dewleta Tirk a li Şengalê: Xisar li gundekî bû

Balafirên şer ên Tirk vê sibehê bombe li navenda gundekî Şengalê barandin. Ji ber bombardûmanê xisara madî rû da.

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk li gorî dema herêmê saet di 10:40'î de bombe li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê barandin.

Di dîmenan de ku Rojnewsê weşand, tê dîtin ku bombe li nava gund ketine û xisara madî çêbûye. Di êrişê de ku zerar da malên gundiyan, her wiha wesayitek jî îmha kirin.

Piştî êrişê heyetek ji artêşa Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kir. Agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

Di 19'ê Cotmeha 2019'an de bombe li qadên sivîlan ên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandibû. 19'ê Mijdarê jî bi balafirên şer ên bêmirov bombe li Xanesorê hatibû barandin û 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran piştre jiyana xwe ji dest da bû. Balafirên şer ên Tirk di êvara 5'ê Mijdarê de jî 3 caran bombe li herêma Barê ya Şengalê barandibûn. Di bombardûmana 4'ê Mijdarê de jî li Xanesorê 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûbûn.