Êlihî: Heta ku tecrîd bê rakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin

Şêniyên Êlihê yên ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan ketine greva birçîbûnê gotin, heta ku tecrîd bê rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Stenbol, Mêrdîn, Êlih, Edene, Antalya, Enqere û Îzmîrê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin.

Êlihiyên bi pêşengiya HDP û DBP'ê ji bo rakirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê, ji ANF'ê re axivîn.

ÎKRAM ÎRGÎ: Dema ku der barê Ocalan de li medya civakî hin nûçe hatin weşandin, mîna her welatparêzekî Kurd em jî ketin nava tirs û fikaran. Armanc ji çalakiya me ya greva birçîbûnê; rakirina tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan e. Em ji hikumeta AKP'ê û tifaqa wê MHP'ê re dibêjin; Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e. Ev gel, çawa ku sala 1999'an li dora wî civiya û bû gogek ji agir, wê vê dîsa bike. Ji bo heman rewş careke din rû nede, divê heyeta îmraliyê, malbat an jî parêzer karibin hevdîtinê bikin. Rojeva me ev e; çalakiyên me yên di vê der barê de wê bidomin.

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

ÎDRÎS YAYLA: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Eger ev tecrîd were rakirin wê aştî û demokrasî bê welêt û gelemperiya Rojhilata Navîn. Tecrîda şidandî ne tenê li ser şexsekî ye, li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest tê ferzkirin. Azadiya Ocalan jî tê wateya azadiya hemû gelan. Girîng e tecrîd bê rakirin û rê û derfetên hevdîtinê bên afirandin. Di vê oxirê de pêwîstî bi çi hebe em amade ne bikin.

'HERÊM KETE NAVA XELEKA JI AGIR'

KADÎR YERGUL: Piştî ku hevdîtina bi Rêbertî re qut bû Tirkiye, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn kete nava xeleka ji agir. Hêvî û baweriya me ya bi Rêbertî, îrade û projeya wî ya çareseriyê wê ti carî neqede. Ji bo demeke kin jî be me dît, dema bi Rêbertî re hevdîtin were kirin aştî û demokrasî bêhtir nêz dibin. Armanc me ya niha, rakirina tecrîda li ser Rêbertî û afirandina zemînê hevdîtinê ye.

'PÊWÎSTÎ BI ARAMIYÊ HEYE'

ŞERÎF ÇAKAR: Bi mîlyonan mirovî Birêz Abdullah Ocalan ji xwe re weke Rêber qebûl kirine, felsefeya wî pejirandine û jê bawer kirine. Daxwaza vî welatî û tevahiya Rojhilata Navîn aramî ye. Ji bo pêkhatina aramiyê, pêwîstî bi perspektîfên Rêbertî heye. Ji bo pêşî li vê rastiyê were vekirin, divê tecrîda şidandî tavilê were rakirin û hevdîtin pê re bê kirin.

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

ALAATTÎN OZDEMÎR: Tecrîdkirina rêberekî bi mîlyonan mirovî, ne ya qebûlkirinê ye. Rêbertî ji bo mirovahiyê bernameyeke rizgariyê pêşkêş kir. Di herikîna dîrokê de kesayetên bi vî rengî kêm caran tên dîtin. Ji ber vê yekê Rêber Apo rûmeta gelê Kurd e. Bila zanibin, eger zerarê bidin wî, em ê cîhanê bi serê wan ve birûxînin.