'Êdî vîneke Êzidiyan heye; pêwîstî bi rêveberiyeke ji derve nîne'

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço destnîşan kir, ku Êzidî cara yekê ye xwedî vîn û hêz e, ku xwe bi rê ve bibe û biparêze û bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo careke din ferman lê ranebe, bibe yek.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, li ser kongreya xwe ya duyemîn ji ANF'ê re axivî.

Hiço kongre li civaka Êzidî pîroz kir û got, "Bi rastî em vê kongreyê serketî dibînin. Ji ber ku cara yekem e ku Êzidî xwe bi sîstema demokratîk xwe bi rê ve dibin û ji bo xweseriyê dixebitin. Bi hezaran salan heta niha, îradeya Êzidiyan nedihatin qebûlkirin û bi destê hinekî din dihatin birêvebirin. Lê niha Êzidî bûne xwedî biryar û dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Êdî civaka Êzidî pêwîstiya xwe bi ti hêzên derve nîne, ku wan biparêze. Ji ber ku hêza me bi xwe heye. Baweriya me bi me heye. Em dikarin serketinên mezin bi dest bînin."

'JINÊN ÊZIDÎ ÊDÎ RÊWISTINBÛYÎ NE, XWEDÎ HÊZA PARASTINÊ NE'

Hiço bal kişand ser zor û zilma di sedsalên dawî de li jinên Êzidî hatiye kirin û got, "Di 3'ê Tebaxa 2014'an de qelaço li civaka Êzidî hate kirin. Di vê qelaçoyê de zor û zehmetiya herî giran jî li jina Êzidî hate kirin. Destdirêjî li wan hate kirin. Ji ber ku ne hêzên li wir, ne jî zilamên wan nedikarîn wan biparêzin, ji êşa vê yekê êdî jinên Êzidî biryar dan ku xwe bi xwe biparêzin. Û dest bi xwebirêxistinê kirin. Lewma hêza leşkerî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzdî (TAJÊ) ava kirin. Niha jinên Êzidî rêxistinbûyîn e û xwe diparêzin."

'VEGERA ŞÊNIYÊN ŞENGALÊ BERPIRSYARIYA ME ZÊDE KIR'

Rîham Hiço ragihand, di demên dawî de şêniyên Şengalê hêdî hêdî vedigerin ser axa xwe, malên li Şengalê zêde dibin û vê yekê jî kir ku bar û berpirsyariyên wan zêde bibe. Hiço anî ziman, ku wan li ser vî esasî kongreya xwe pêk anîn û endamên meclîsa xwe zêde kirin.

'MECLÎSA ME NE JI BO EŞÎR AN JÎ PARTIYEKÊ YE, HER KES DIKARE CIH DI NAV DE BIGIRE'

Hiço diyar kir, weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ew dixwazin ji bo Şengalê û civaka xwe her tişta pêwîst bikin û got, "Di dema bihurî de Meclîsa Avaker bingehek danî û hin sazî ava kir. Lê ew têrê nedikir. Em ê jî ser wê kedê temam bikin û cihê ku meclîsê nekarî xwe bigihînê, em ê xwe bigihînin, sazî û meclîsan lê ava bikin û gelê xwe birêxistin bikin."

'PÊWÎSTIYA ME ÊDÎ BI KESÊN JI DERVE WERE ME BI RÊVE BIBE NÎNE'

Hiço destnîşa kir, ku meclîsa wan ne ji bo eşîrekê yan jî partiyekê ye û wiha dewam kir: "Her mirovê xwedî rûmet û exlaq dikare cihê xwe di nav de bigire. Kîjan mirov dixwaze ji bo Êzidîtiyê, ji bo gelê xwe kar bike, bila kerem bike, deriyê me jê re vekiriye."

Hiço di dawiya axaftina xwe de bang li Êzidiyan kir û got, "Di dîrokê timî Êzidî bê îrade bûn û ji bo bê birêvebirin li benda kesên ji derve bûn. Lê niha, cara yekem e ku miletê Êzidî xwedî biryar û îrade ye. Lewma bang li Êzidiyan dikim ku li îradeya xwe û meclîsa xwe xwedî derkevin. Hêza me ya leşkerî, siyasî û rêxistinî heye. Pêwîstiya me bi kesî nîne ku ji derve were me bi rê ve bibe û biparêze. Ji bo careke din ferman li me ranebin, divê em destekê bidin hev û bibin yek."