Çiya veguherî rastiya gel

Gerîlayên azadiyê bi şerê xwe, ku ji destpêka sala 2021'ê ve dimeşîne, bi rengekî dîrokî dest li artêşa Tirk werdidin.

Gerîla ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê û rizgariya Kurdistanê îro şer dikin, xwed li çiyayên xwe, yanî xwe li gelê xwe girtine. Ji ber ku gerîlayên Kurdistanê rastiya çiyê veguherandine rastiya gel. Ji ber ku çiyayên wan, gelên wan bû. Gerîlayên azadiyê niha bêrawestan çalakiyan dikin. Li gelek deverên ku artêşa Tirk ne li bendê ne hema bêjin di her kêliyê de çalakiyê dikin. Çalakiya 2017'an a li dijî qereqola polîsan a li Amedê bînin bîra xwe...

Bawerim tê bîra gelek kesî. Gerîla tunelekê di binê qereqolê de dikole, wêneyan dikişîne û piştre vedikişe. Dûre jî wê derê diteqîne. Ev rê û rêbaza gerîla ne ji bo HPG û YJA Starê ne ya destpêkê ye ne jî ya dawî ye. Baş e ya ku ev rêbaz afiran çi ye? Cudahî û afirîneriya serdema nû ya gerîla bi çi rengî çêbû? Tunelên şer ên Vîetnamê ku îro veguheriye moda û gerên tûrîstî lê têne kirin, qedera şerekî guhert û bûn kabûsa leşkerên Emerîkî yên mêtinger. Baş e gerîla li van tunelên şer çawa şer dikin û bi çi li ber xwe didin?

Gerîlayên azadiyê bi şerê xwe, ku ji destpêka sala 2021'ê ve dimeşîne, eger mirov nav lê bike hingî dikare bêje; bi rengekî dîrokî dest li artêşa Tirk werdide ku artêşeke mêtinger û dijminê azadî û jinê ye. Ya ku gerîla Şoreş Beytuşşebap li Garê û Siyanê di berxwedanê de kir ev bû. Niha berxwedaneke welê heye ku berxwedana Şoreş Beytuşşebap mezin kiriye. Gotina 'fedayîtiyê' jî têra vegotina vê berxwedanê nake. Mirov vê yekê ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê dikare fêhm bike.

Nîşaneya nêzîkatiya polîtîk, kesayetiya hêza destwerdanê û wêrekiyê, yan jî sekan vê rêbazê ye. Gerîla ev yek ne tenê bi berxwedana xwe ya li dijî teknîkê kir. Gerîla li gel biryardariya xwe ya ji bo cezakirina dagirkerên hatine nava xaka Kurdistanê, her wiha di mijara taktîk û rêbaza nû ya şer de gelek nûbûn çêkir. Di çarçoveya jinûve avakirina HPG û YJA Starê de di dîroka şerê gerîla de yekem car gelek taktîk di nava hev de hate bikaranîn.

Şerê gerîla yê li cîhanê bêguman xwedî karekterekî asîmetrîk e. Şerê ku niha li Zap, Metîna û Avaşînê tê meşandin pratîka vê yekê ye. Artêşa Tirk a dagirker ji bo karibe bikeve nava tunelên şer çekên kîmyewî jî bi kar anî, lê 11 rojan kir û nekir nekarî bikeve nava tunelên şer ên li Mamreşo yên Avaşînê. Zêdeyî 35 rojan nekarî bikeve nava tunelên şer ên li Girê Zendûrayê yên li Metînayê. Yan jî Cîlo yê Biçûk ê li herêma Zapê mînaka vê yekê ye. Ev yek nîşan dide ku şerê asîmetrîk gihîştiye asta herî bilind. Belê, hêz wekhev nîne, şert û merc û teknîka di dest de ji hev gelekû cuda ye, lê belê gerîla di her çalakiyê de li gorî pîvanên şer tevgeriya.

Tunelên şer ên li Vîetnamê qedera şer guhert. Mîna ku di berxwedana Siyanê de li tunelên şer Şehîd Şoreş Beytuşşebap dest li dîrokê werda.  Yanî hîn jî bi tirsa 'di hundirê wan de kemîn heye' nekarîne xwe nêzî tunelên şer ên li Siyane û Mamreşo bikin. Tevî ku çeka kîmyewî li dijî wan hate bikaranîn jî xwe jê vekişandin. Ji ber ku tunelên şer gerîla bêhtir veşart. Gerîlayên HPG û YJA Starê bêguman ne tenê gotineke nû afirandin. Tunelên şer ji xwe hebûn, lê belê di dîroka şerê gerîla de rengê berxwedanekê diyar kir ku pênaseya fedayîtiyê ji nû ve vedibêje.

Ji pêngavên din ên gerîla em ê qala Zap, Metîna û Avaşînê nekin, ji xwe gerîla ji salên 1980'î û vir ve li herêma Behdînanê bi cih bûye. Gelek berdêl da, gelek çalakî û pêngav li vê derê meşandin. Li binê her darê, her kevirî bîranîna xwe danî. Parçeyê herî bi êş ê Kurdistanê xwezaya Başûr e. Ev der qada bi serweriya gerîla ye. Ji 23'ê Nîsanê ve însiyatîfa şer di destê gerîla de ye. Yek ji pîvanên şer ên gerîla bi vî rengî ye, 'xwe veşêre û dijmin bixe bin kontrola xwe' ku gerîlayên Kurdistanê di vê demê de herî zêde vê pîvanê bi cih tîne.

Li Cîlo yê Biçûk bi dehan çalakiyên bi vî rengî kir. Ji dagirkeran hebû ku dikarin bi hêsanî li herêmê bigerin, lê gerîla ji nişka ve derkete hemberî wan û li dijmin xist. Piştre jî xwe vekişand cihên xwe. Her wiha li Avaşînê li qada Dola Konferansê, li pêşberî çalakiyên hêzên YJA Starê nekarî li wir bisekine û ji bo karibe xwe ji herêmê vekişîne bombardûman li tevahiya qadê kirin û bi vî rengî xwe vekişandin.

Em niha bên ser meseleya Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku li gel teknîka kêm çalakiyan dike. Dewleta Tirk a faşîst niha dikare bi hêsanî bêje 'li welatê me pirsgirêka mayindebûnê heye'. Bawerim piştî çalakiyên li Amed, Êlih û Şirnexê desthilatdariya AKP'ê gotineke bi vî rengî bi kar aniye. Van çalakiyan sîstema sînor a ku dewleta Tirk a faşîst qaşo ji bo parastinê ava kiriye, ser û bin kir.

Ne diyar e ku gerîla kengî ji hewayî kengî ji bejahî ve lê bide. Ne diyar e ku bazên Şehîd Delal Amed kengî ji hewayê ve lê bidin. Yan jî nediyar e ku deriyê tuneleke şer li ku vebe. Ev hemû, çiya û bajarên Kurdan her wiha xeta hewayî ya Kurdistanê jî li faşîzm û dagirkeriyê dike xefik. Yê ku ev afirand û bi rê ve bir bêguman armanca gerîla ye. Gerîlayên HPG û YJA Starê di gelek nirxandinan de destnîşan kir ku wê bi perspektîfa 'şerê gel ê şoreşgerî' bike. Rast e dibe ku gerîla li çiyê be, lê ti carî ji gel dûr neket. Ji ber ku çiya veguherî rastiya gelekî. Çiya kir dergaha hesreta azadiyê û hêviya rizgariya gel. Lê belê ev yek timî di hişê xwe de hişt: ji bo gerîla ku Hêza Parastina Gelê Kurdistanê ye, çiya Kurd û gelê Kurdistanê ye.