Çira TV: Em kamereya Reşo li erdê nahêlin

Çira TV: Em soz didin ku kamereya hevrêyê xwe Mihemed Hisen Reşo li erdê nahêlin. Em ên di rêya çapemeniya azad de dimşein, li her qadê karê xwe dewam bikin.

Çira TV, têkildarî nûçegihanê xwe Mihemed Hisen Reşo yê di êrîşa dewleta Tirk a duh li Serêkaniyê de birîndar bûbû û îro şehîd ket daxuyaniyek da.

Çira Tv ev got: “Di bombardimana arteşa Tirk ku dûh li Serêkaniye li dijî konvoya gelen Herêma Cizîrê ku dixwestin bikevin bajar kiriye de nûçegihanê me Mihemed Hisen Reşo birîndar bû, lê ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxaneye şehîd ket. 

Arteşa dagirker a Tirk ku ti qanûnen mirovahî nas nake, duh li Serêkaniye careke din rûye xwe yê qirej nîşan da û komkûjiyek pek anî. Dema kesên sivîl dixwastin derbasi bajarê Serêkaniye bibin, bi balafirên şer ew bombardiman kirin. Di encame de dehan kesen sivil şehîd bûn û dehan jî birîndar bûn. Di nava ev kesên ku şehîd û birîndar bûne de  gelek hevalên me yên rojnamevan jî hebûn. Hevale me Mihemed Hisen Reşo jî yek ji wan hevalan bû.

Hevalê me Mihemed, di sala 1996 an de li Efrîne dayîk bû.Dema arteşa Tirk erîşî Efrîne kir, di nava Berxwedaniya Serdemê de cihe xwe girt û piştî dagirkeriyê neçar ma ku koçber bibe. Ev demeke jî li gel birayê xwe Mistefa Reşo di xebaten Çira tv yên Rojava de cihe xwe digirt. 

Di demeke kurt de xwe di xebatên ragihandinê de peş xist û bû dengê gelê xwe. Dixwest dengê gelê Efrîne ku li koçberiye dijiya, dengê Êzidiyên Rojava û Şoreşa Rojava ragihîne hemû Kurdistan û cîhanê.

Dema dagirkeriya Tirk erîşî Rojava kir jî li her cihekî Rojava pêşketin şopandin agahiyên ber destê xwe lez û bez gihandin navenda tv’ya me.

Herî dawî duh dema gelê Cizîrê berê xwe da Serêkaniyê ji bo şopandina berxwedaniya gel ew jî di nava vê karwanî de cih girt. Bi lêdana balafira arteşa dagirker bi dîmenên xwe yên di nava xwînê de bû remzeke vê komkûjiye. Tevî hemû hewldanan jî ji ber birînên xwe yên giran nikarî vegerê jiyanê û li nexweşxaneye tevlî şehîden çapameniya azad bû.

Ji ber vê yekê em di destpeke de ji malbata Mihemed Hisên Reşo hemû malbaten şehîdên vê komkûjiye re sersaxiyê dixwazin.

Weke Çira Tv em soz didin ku em ê kameraya wî li erdê nahêlin û li ser şopa çapemeniya azad careke din hemû eniyên pêş li ser karê xwe bin.

Di destpekê de gelê me yê Ezidî, em bangî hemû gelan dikin ku li dijî ve hovîtiya Tirkiyê bêdeng nemînin.”