Çinara Zagrosan: Delîl Karakoçan

Di nava dîrokê de ew bûbû rêwiyekî heqîqetê yê ku rêya bi çiyayên Kurdistanê ketibû. Wî xwe li Zagrosê dîtibû… Şînahiya Avaşînê di çavên wî de xwe dida der û bi îhtîşama xwe ya mezin li Zagrosê îhtîşameke mezin bû. Ew çinara Zagrosê bû.

Ji çavê wî yê şîn, por û riha wî ya spî xwêdan diherikî. Di her dilopeke xwêdanê de şînahiya Avaşînê hebû. Di destê wî de das, pişta wî ya piçekî xûz bûbû, şaxên hişkbûyî yên dara hinarê dibirî. Min cara pêşîn ew di bin taveke biharê de dîtibû. Roj hê nû germ dibû, Zagros bi wê îhtîşama xwe ya mezin kesk bûbû. Hesîreke li bin dareke Çinarê ya li kêleka Avaşînê û li kêleka wî jî li ser agir çaydankekî biçûk hebû. Li kêleka Avaşînê di nav baxçeyên mêweyan bi dasa di destê xwe de dar kontrol dikir û ber bi dara çinarê ve dimeşiya.

Bihara 2011’an bû. Hevalan ji bo karekî ji min xwestibûn ku ez biçim Delîl Karakoçan (Hasan Çakmak) bibînim. Hevalekî rê nîşanî min dabû û em biribû cihekî li kêleka Avaşînê. Li ber siya dara çinarê, li ber wî Avaşîn bi lemelem diherikî. Kes ne li wir bû, hevalê ku ez anîbûm got “Heval Delîl zêde li cihê xwe nasekine, teqez li derdorê tiştekî dike, tu bisekien, ez ê wî bibînim, jê re bibêjm tu li vir î û ez ê piştre biçim. Piştî demeke kurt dasek di dest de, darên mêweyan kontrol dike û ber bi vî cihî ve hat. Pişta wî ya piçekî xûz bûbû, pora wî ya spî bûbû û çavê wî yê şîn. Min cara pêşîn Delîl Karakoçan didît. Dema hat me destê xwe da hev û xwest avê bide min. Min xwest tasê ji destê wî bigirim û got “Tu westiyayî ye heval Delîl, divê ez avê bidim te” Ligel ku min israr kir jî wî av da min û piştre nêzî Avaşînê bû, dest û rûyê xwe şuşt û hate rûnişt. Piştî silavdanê, me li halê hev pirsî, rabû çû dem bera ava di çaydank da. Me him sohbet kir û him jî taştê xwar.

Hevrê Delîl Karakoçan li navçeya Depê ya Xarpêtê ji dayik bûbû. Zaroktiya wî li gund derbas bûbû di ciwaniya xwe de jî çûbû metrepolên Tirkiyeyê. Di salên 1970’î de ji ber êrişên faşîst neçar mabû tevlî malbata xwe koçî Ewropayê bikin. Li Ewropayê demekê di nav xebatên gel de ma û di sala 1992’an de ji Ewropayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji metrepolên Tirkiyeyê çûbû Ewropayê û ji wir jî berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Jiyana wî wekî roman û fîlman bû. Ji min re qala jiyana xwe ya ji sala 1994’an ya heta sala 2000’an kiribû. Wî Mam Reşo û malbata wî ji nêz ve nas dikir, bûbû şahidê qehremantiya wan a li hemberî dijmin, operasyona hevpar a dewleta Tirk û PDK’ê di sala 1997’an de kiribû. Ew wekî bîrdariyeke dîrokê ya zindî bû. Ji sala 1993’an heta sala 2018’an hemû jiyana wî li Zagrosan geh di nav dijwariyên mezin de û geh jî bi bîranînên xweş derbas bûbû. Ji xeynî perwerdehiyeke kurt ew her dem li Zagrosê bû. Ligel nexweşî û temenê wî yê zêde jî tu kesî nikaribû wî ji Zagrosan veqetîne.

Ew bûbû şahidê qehremantiyê û bi sedan hevalên wî yên wêrek li van çiyayan şehîd bûbû. Belkî tekane sedema ku ew bi Zagrosê girêdida jî ev bû. Min jê pirsîbû ‘Çi te anî nav gerîlayan?’ Bi ken bersiv da min û got ‘Ez ji felsefeyê fêm nakim. Belkî wijdan, belkî jî ez li xwe digeriyam. A rast ez bi kûrahî lê nefikirîm. Ez baş dizanim ku çalakiya Mazlûm Dogan bandor li min kir. Ji ber ku ji aliyê me bû û ji derdora me ya nas bû.” Wî digot, ez ji felsefeyê fêm nakim lê wî xwe bi kedê ava kiribû, baweriya wî ya ji bo nirxên manewî, girêdayîna wî ya têkoşînê, helwesta wî û jiyana wî ya şoreşgeriyê zanawerî bû. Dema mirov ew carekê nas bikira, mirov wê şênberiya heqîqetê di kesayet û têkoşîna wî de bidîta. Di nava dîrokê de ew bûbû rêwiyekî heqîqetê yê ku rêya bi çiyayên Kurdistanê ketibû. Wî xwe li Zagrosê dîtibû. Bi jiyana derwêşane û girêdayîna wî ya bi hevalên wî, bihust bi bihust li Zagrosan geriyabû, têkoşiyabû. Li her şiverêyekê, li ber her dara mazî, li ber her dara çinarê û kêleka avekê bîranîn û çîrokeke wî hatibû neqişandin.

25 salan li Zagrosan têkoşiyabû. Gelek caran ji şehadetê vegeriyabû, di demên herî dijwar de li Zagrosan her dem bi pêş ve çûbû. Di demên herî dijwar ên şer de jî wî ked dida xwezayê, dar datanî, guliyên hişk ên daran dibirî, dora darên li ber hişkbûnê vedida û dikir ku av xwe lê bigire. Wî deynê xwe yê xwezayê wisa dida.

Delîl Karakoçan di 14’ê Tîrmeha 2018’an de tevî du hevrêyên xwe di êrişeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Ji xeynî tizbiya ku serweta wî bû, tiştekî din di bêrîka wî de tunebû. Wî alaya têkoşînê ya ku ji Mazlûm  Dogan stendibû, bi biryardarî û xîreteke mezin li Zagrosan li ba kir û ji hevrêyên xwe re mîrat hişt. Niha peyrewên Delîl Karakoçan li Zagrosan alaya berxwedanê li ba dikin û bi serbilindî temsîl dikin.

Şînahiya Avaşînê di çavên wî de xwe dida der û bi îhtîşama xwe ya mezin li Zagrosê îhtîşameke mezin bû. Ew çinara Zagrosê bû…