Çîgdem Dogû: AKP'ê hemû polîtîkayên înkarê meşrû kir

Hemû desthilatdariyan zilm kirine, komkujî li gelan kirine. Di serdema desthilatdariya AKP'ê de keda karkeran hatiye xwarin, gel bêhtir hejar bûye. Di serdema AKP'ê de ev hemû tişt hatine meşrûkirin.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû têkildarî krîz û kaosa li Tirkiyeyê û girîngiya hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxandinên girîng kir.

Dogû diyar kir ku divê jin û ciwanên Tirkiyeyê dengê xwe bidin demokrasiyê û got, "Tirkiye ber bi hilbijartina 24'ê Hezîranê ve diçe. Demeke kurt ma. Di vê serdemê de Tirkiye di nava krîz û kaoseke de ye. Dema mirov bala xwe dide vê serdemê dibîne ku, heta niha krîz, kaos, faşîzm û hejariyeke wisa mezin pêk nehatiye. Ji ber vê jî ev hilbijartin têra xwe girîng e. Mirov nikare bibêje ku her tişt ew ê bi hilbijartinê safî bibe. Ya girîng ew e ku gelên Tirkiyeyê dengê xwe bide çi. Gelo ew ê gelên Tirkiyeyê dengê xwe bidin demokrasî û azadiyê, yan jî ew ê dengê xwe bidin faşîzm û hejarî û bêkariyê? Dema em qala krîz û kaosê dikin, bi tenê em qala krîz û kaosa rêveberiyê nakin. Faşîzma AKP'ê jiyan herimandiye. Êdî jiyan bi xwe hatiye wê astê ku nayê kişandin. Têkiliyên civakî êdî nadomin, krîza mezin di vir de ye. Ev têkiliya xwe bi polîtîkayên faşîzmê heye, têkiliya xwe bi polîtîkaya înkarkirina gelan heye. Kurd hatin îmhakirin û înkarkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de her dem hatin înkarkirin û îmhakirin."

'AKP'Ê HEJARÎ Û KOMKUJÎ KIR TIŞTEKÎ ASAYÎ!'

Dogû got, "Hemû desthilatdariyan zilm kirine, komkujî li gelan kirine, gel hejartir kirine. Ev tişt polîtîkaya hemû desthilatdaran. Lê ferqa AKP'ê ev e ku, ev tişt meşrû kiriye. Desthilatdarên din ev tişt bi dizî kirin û ser wê girtin; lê AKP'ê ev tişt meşrû kir û kir tiştekî normal. Mesela Rewşa Awarte. Rewşa Awarte êdî bûye rewşeke asayî. Di vî warî de gelek komkujî hatin kirin. Mesela herî dawî li Pirsûsê komkujî hate kirin. Di heman demê de komkujiya karker, ekolojîk û jinan jî têra xwe bûne tiştekî asayî!"

'DIVÊ TIRKMEN XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKEVIN'

Dogû diyar kir ku divê Tirkmen xwedî li nasnameya xwe ya berxwedêr derkevin û got, "Faşîzma AKP'ê Tirkbûnê bi awayekî xerabûyî bi kar tîne. Tirkbûn tiştekî wisa ye ku hatiye avakirin, lê Tirkmenbûn bi hezaran salan heye û li hemberî desthilatdariyan nasnameya xwe ya têkoşînê heye. Di serdema Osmaniyan de herî zêde gelên Tirkmen li hemberî padîşah serî hildane. Dîrokeke bi rûmet a Tirkmenan heye. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re nasnameya Tirkmenan a berxwedêr hatiye çewisandin û Tirkbûneke çêkirî hatiye afirandin. Ji ber vê jî divê herî zêde Tirkmen xwedî li nasnameya xwe derkevin."

'DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE EM DAWÎ LI REJÎMA YEK ŞEXSÎ BÎNIN'

Dogû diyar kir ku HDP deng û nasnameya hemû gelên Tirkiyeyê û got, "Gelên Tirkiyeyê bêyî ku dewlet hebe, bi salan bi hev re di nava aştiyê de jiyane. AKP bi rejîma xwe, bi polîtîkaya yek şexsî, yek dewlet, yek ala û yek ziman dijminatiyê li çanda jiyana bi hev re ya gelan dike. Divê Ermen, Laz, Gurcî, Tirkmen, Kurd û Elewî her kes helwesta xwe nîşan bidin. Ev helwest jî ev e ku, hemû gel karibin bi nasnameya xwe, xwe îfade bike. Navnîşana vî tiştî jî HDP ye. Di heman demê de em dibînin ku herî zêde jin di nava HDP'ê de hene. Jin heke dixwazin bigihêjin hêza jiyana azad divê tercîha me ji bo nasnameya me ya jinbûnê be. Li vê derê jî navnîşan HDP ye. Ji bo jinan HDP gelekî girîng e. Ya rast, HDP'ê bend derbas kiriye. Lê bi fen û fûtan, zilm û provokasyonan dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Ji ber vê jî xwedîderketina li dengê xwe gelekî girîng e. Bi taybetî ez bang li jinan dikim ku bi berpirsyariya xwe rabin û xwedî li dahatûya xwe derkevin."